ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 5 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî, têkildarî revandina jina astengdar Xalîde Hisên Henan a li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve wiha got: "Dewleta tirk li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî sûcên herî hovane pêk tîne. Kiryarên li dijî astengdaran asta hovîtiya dewleta tirk eşkere dike." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya navçeya Til Temirê Zehra Mihemed da zanîn ku li şûna kooperatîfên ji ber êrişên dewleta tirk zirar dîtine, koperatîfên nû hatine avakirin û got:"Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û rawestandina çend kooperatîfan dîsa jî meşa me li vir nesekinî. Di nava vê rewşê de jî me dest bi avakirina kooperatîfên nû kirin. Armanca me ew bû ku em ji dijmin re bidin xuyakirin ku her çiqas êrîş bike û zirarê bide aboriya herêmê jî jin hene û li ser lingên xwe disekinin." DÎMEN HEYE
 
* Endama Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêranê ya Kobanê Cîhan Ismayil têkildarî pêngava komkirina îmzeyan a ji bo piştgiriya kampanayaya "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem" wiha got:"Dem dema hesabpirsînê ye. Pêwist e Erdogan û hevkarên wî bi destên jinan bên darizandin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Amedê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û diyar kirin ku çiqas berxwedan mezin bibe wê ewqas çalakiya girtiyan jî bigihêje armanca xwe. DÎMEN HEYE
 
*Xweseriya Demokratîk; Pergaleke jiyanê ya zindî ya bi rih ya bi dînamîkên herêmî û jinan re parvekirine. Di demek ku netew dewletê baweriya xwe winda kiriye, xweseriya demokratîk bêyî ku pergala dewletê ya heyî wek sazî red bike, bêyî ku civakan bi hev bide şikandin, divê wek pergala jinan ya jiyanê bi hev re dihûne bê destgirtin. Di vî alî de ne tenê modela rêveberiyekê, li şûna feraseta homojen a global-yekparêz, ji dewletê serbixwe avakirina netewa demokratîk e. Bi gotina ‘kêm dewlet, zêde civak’ dertê rê û yekîtiya netewa demokratîk û pergala konfederal a demokratîk esas digire, xwezayê talan nake û teşeyeke jiyana zindî ya xwe li herêmê ava dike ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Xwestin bi komployê rê li ber fikr û ramanê Abdullah Ocalan bigirin, lê bi ser neketin. Îro bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Em dayik jî dê bibin dengê girtiyan." BI DÎMEN 
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Gunduz, da zanîn ku di kampanya ku partiya wan di 8’ê Sibatê de dide destpêkirin de bi esasa ‘Ji bo jinan edelet’ wê li dijî qetilkirin, şîdet, tacîz, tecawiz û xizaniya jinan têbikoşin. BI DÎMEN 
 
*Dayika girtiyê bi navê Mehmet Gumuş  Hanîfe Gumuş da zanîn ku ji bo kurê wê yê girtî 6 hezar deynê bacê hatiye derxistin, rewş şermezar kir û got: “Bila ne zarokên me bikujin ne jî xwedî bikin. Em zarokên xwe dixwazin.” DÎMEN HEYE
 
*Dê Kongreya Star li Çiyayê Kizwanan a Kantona Hesekê li ser komploya navneteweyî civînê li dar bixe. (10.00) BI DÎMEN 
 
* Şaxa OHD'ê ya Amedê û TUAY-DER ku rapora têkîldarî girtîgehan amade kiriye, dê ji bo çapameniyê parve bike. (12:30) BI DÎMEN