Jinên Kurd ên li Rûsyayê name ji saziyên navneteweyî re şandin

  • 16:20 4 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJKN, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê, name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.
 
Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) a li Rûsyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji DYE, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re şand.
 
TJKN'ê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan û ji bo xwedî li çalakiya girtiyên siyasî yên kurd derkeve name nivîsî. Gelek jinên kurd û jinên enternasyonalîst tevlî vê çalakiya TJKN'ê bûn.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîna xwe her mezin dike û wiha hate gotin: "Ewropa, Rûsya û hêzên navneteweyî ku qaşo xwe demokratîk dibînin, ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û li pêşberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd bêdeng dimînin. Armanca komploya navneteweyî tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêberê wê bû. Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê, em dibêjin ku divê polîtîkayên li dijî gelê Kurd ê 50 mîlyon serjimara xwe heye û kiryarên li dijî Rêberê vî gelî bên guhertin û mafên gelê kurd bên dayin."