'Divê bingeha diyalogê bê avakirin û tecrîd bi dawî bibe'

  • 13:35 4 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê têkildarî rewşa girtîgehan li ser medya civakî daxuyanî da. Meclîsê xwest tecrîd bi dawî bibe û hûm girtîgeh bên valakirin. 
 
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtîgehan daxuyanî da. Meclîsê anî ziman ku bi hinceta pandemiya Covid-19 barê penaber, xizan û karkeran bêtir giran bûye û wiha got: "Şert û mercên jiyanê yên girtiyan bêtir giran bûye. Bi şewbê re binpêkirina mafan bêtir zêdê bûye. Pêkanînên dijdemokratîk, otoriter û faşizan bêtir zêde bûne. 
 
Meclîsê anî ziman ku CPT'ê û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo li girtîgehan binpêkirina mafan kêm bibe bang li rayedarên Tirkiyeyê kiriney, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di rapora 28-30'ê mijdarê de der barê girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din de xwest tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Girtiyan di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbune kirine. 
 
Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
 
“*Divê bi lez binpêkirina mafan û tecrîd bi dawî bibe. 
 
* Eger li girtîgehê girtî jiyana xwe ji dest bidin û zerar bigêje girtiyan Wezareta Dadê û îqtîdar berpirsiyar e. 
 
* Divê der barê kesên li dijî hiqûqê tev digerin de bi lez lêpirsîn bên destpêkirin. 
 
* Divê mafê di zagon û destûra bingehîn de heye ji bo hemû girtiyan wek hev têxin meriyetê. 
 
* Divê ewil girtiyên nexweş û mezin ên di koma rîskê de bên berdan. Dîsa kesên ji ber ramazên xwe girtî ne bên berdan. 
 
* Divê girtiyên nehatibin cezakirin bên berdan. Divê hemû girtîgeh bên valakirin û tecrîd bi dawî bibe."