'15'ê Sibatê ji bo me rojek reş e'

  • 12:38 4 Sibat 2021
  • Rojane
 
Viyan Seîd - Evîn Zenda 
 
ŞENGAL - Jinên êzidî bi çalakî û meşan Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin: "Em bi jinên ereb re çalakiyan li dar dixin û bi hev re daxwaza azadiya Rêber Apo dikin." 
 
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibatê heta îro jî bi tecrîdekî giran didome. Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ye. Bi nêzbûna 15'ê Sibatê Kurdistanî dest bi çalakiyên şermezar kirinê kirin û di çalakiyan de azadiya Abdullah Ocalan tê xwestin. Li dijî tecrîdê jî li girtîgehên Tirkiye û herêmê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. 
 
Duh jî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin û tecrîd hat şermezarkirin. Jinên êzidî û ereb tevlî meşê bûn. Jinan derbarê meşa ku hatî lidarxistin û tecrîdê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Sehem Casim, duh tevlî meşê bibû û wiha bal kişand ser girîngiya meşê: "Em îro bi xwişkên xwe yên Êzidî re hatine li vir û em bi hev re 15'ê Sibatê şermezar dikin. Ji bo me rojek reş e. Em tu carî vê komplayê qebûl nakin. Ger îro em weke jinên ereb û êzidî li vir bi hev re dijîn û têdikoşin bi saya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî em azadiya serokê xwe dixwazin."
 
Emîne Hecî, di axaftina xwe de bal kiand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û got: "Em ji bo azadiya rêberê tevlî çalakî û meşand dibin. Êdî jinên êzidî çok ji dijmin re danayne. Em ê heta azadiya rêberê xwe pêk bînin em ê têbikoşîn. Serkeftin dê bibe ya me." 
 
Pakîze Celal, destnîşan kir ku jinên ereb jî tevlî çalakiyên me dibin û ev tişt gelek girîn e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em jî weke tevahî gelan diwazin bi rêberê xwe re azad bijîn. Ji bo azadiya wî çi ji me were em wê bikin. Duh em bi xwişkên xwe yên ereb re meşiyan û me bi hev re daxwaza azadiya rêberê xwe kir. Em ê bi hev re çalakiyên xwe bidomînin."