Xebatkarên DEDAŞ’ê êrişê xwecihên taxê kirin: Jinek bi giranî birîndar bû

  • 12:35 4 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li taxa Devrîm ya girêdayî Navçeya Nisêbînê xebatkarên DEDAŞ’ê êrişê xwecihên taxê kirin û jina bi navê Sultan Çîçek (59) bi giranî birîndar bû. Welatiyên wêne û dîmen kişandin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
 
Komeleya Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) demek dirêje li navçeyên Mêrdînê xebatên elektirkî didin meşandin. Demjimêrên elektirîkê dibin li ser dîrekan û ji ber şaşiyên kirine ceyrana xaniyan digirin. Li Taxa Devrîm ya Nisêbîna Mêrdînê jî bi rojane ev xebat tê meşandin û ji ber şaşiyên kirine Suleyman Çîçek bi ceyranê ket û rakirin nexweşxaneyê. Li ser vê bûyerê malbatê nerazîbûna xwe nîşanda. Xebatkarên DEDAŞ’ê jî êrişê malbatê kir. Jinên ku ketin navberê bi tundiyê re rûbirû man û birîndar bûn.   
 
Sultan Çîçek ya ku xwest şer rawestine bi êrîşa xebatkarên DEDAŞ'ê ve rûbirû ma û bi giranî birîndar bû. Sultana ku ji sere xwe darbe girt, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Sultana ku di beşa lezgîn de tedawiya wê didome rewşa wê ya tenduristiyê xeter e. 
 
Her wiha di dema êrişên DEDAŞ’ê de welatiyan xwestin dîmen û wêne bikişînin jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û dîmen û wêneyên ku hatin kişandin jî hatin jêbirin. 
 
Malbatê da zanîn ku polîsan ji wan re gotiye êrişkar hatiye binçavkirin.