‘Gelo gumanbar, ji ber leşkerê dewletê ye tê parastin?’

  • 09:04 4 Sibat 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li bajaroka Xirwate ya navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Surmî Înce bi guleya ji aliyê leşkeran ve hat avêtin, hat qetilkirin. Bûka wê Asya Înce diyar kir ku doz 5 sal in didome û got divê gumanber ceza bigirin û wiha got: “Gelo gumanbar ji ber leşkerê dewletê ye tê parastin.”
 
Li bajaroka Xirwate ya navçeya Gever a Colemêrgê di 18’ê tîrmeha 2016’an de jina bi navê Surmî Înce ya 55 salî ku nan dibir ji zarokên xwe yên ku gîha diçînin, ji aliyê leşkera ve hatibû qetilkirin. Çawîşê pispor Alî Dagkiran ku ji qetilkirina Surmî berpirs bû sê meh û nîvan di girtîgehê de ma û piştre hat berdan. Bûka wê Asya Înce ku roja bûyerê ligel Surmî bû, destnîşan kir ku divê doz demildest bi encam be û berpirs cezayên xwe bikşînin.
 
‘Wekê me bikujin dihatin’
 
Asyayê destnîşan kir ku Surmiyê ji bo zarokên xwe yên gîha diçinîn taştê dibir û wiha pê de çû: “Ji cihê gîha dihat çinînin qerekol dihat dîtin. Me taştê dikir ji qereolê du wesayît hatin. Çawa ketin qereqolê wisa derketin û hatin gund. Dayika Surmî got ‘gelo vana ji bo belayekê tên’. Piştre me taştê rakir. Me amadekariya xwe kir û em vedigeriyan gund. Wê demê wesayît hatin me temaşe dikir. Wesayît wisa lez dihatin me digot qey ji bo kuştina me tên. Ji xwe bo kuştina me hatibûn. Piştre sekinin navbera me de 20-25 metre hebû.”
 
‘Gule heta ber me hatin’
 
Asyayê daxuyakirin ku leşker ji wesayîtan derketine û gotine her kes bila qadê terk bikin, lê ji bo terkirinê jî destûr nedan. Asyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gule reşandin. Me xwe avêt erdê. Her kes diqîriya. Heta ber serê me jî gule ketin. Min got qey her kes mir. Gule sekinin. Min bangî dayika Surmî kir, lê ranebû. Me rakir û dît ku jiyana xwe ji dest daye. Me alîkarî dixwest lê alîkarî nedan me. Bi ser me de diqîriyan. Digotin ‘ji vir derkevin hûn li vir çi dikin.’ Dijûn dikirin. Nehiştin em cenaza xwe rakin. Me hewl da em cenaze li wesayîtê bikin lê wesayîta leşkerî rê girt. Nehiştin em bibin nexweşxanê. Ji xwe çawa gule lê ketibû jiyana xwe ji dest dabû.”
 
‘Em dixwazin gumanbar bê berdan’
 
Asyayê bi lêv kir ku pisporê çawîş tê hatibû girtin jî hatiye berdan û radestê peywirê hatiye kirin û wiha dawî lê anî: “Em hemû dizanin ku kî dayika Surmî kuştiye. Em edeletê dixwazin. Dewlet leşkerê xwe diparêze. Em êdî naxwazin biçin dadgehan. Em dixwazin bi encam be. Em dixwazin kujer bê cezakirin.”