'Divê hemû jin bi hevdu re doza Leyla Guven biparêzin'

  • 09:03 4 Sibat 2021
  • Rojane
 
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê ya Herêma Firatê Gulîstan Etî têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nirxandin kir. Gulîstanê wiha got: "Leyla Guven hertim di nava çalakiyan de bû û bê navber kar û xebatên xwe ji bo doza demokrasiyê dida meşandin. Divê hemû jin bi hevdu re doza Leyla Guven biparêzin."
 
Di 21'ê Kanûna 2020’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat girtin. 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di dîroka dewleta tirk de hertim jinên pêşeng, siyasetmedar, zana, têkoşer, berxwedêr û bi taybet rêxistinên jinan bûne armanc. Li dijî biryara girtina Leyla Guven a bê hiqûqî û bêdengiya cîhanê ya li beramberî mafên girtiyan, helwestên jinan derdikevin pêş. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê ya Herêma Firatê Gulîstan Etî nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
'Leyla Guven têkoşera jin a azad e'
 
Gulistanê bal kişand ser têkoşîna Leyla Guven û ev tişt got: "Di destpêkê de em berxwedana tevahî girtiyan silav dikin û azadiyê ji wan re dixwazin. Leyla Guven jineke têkoşer e, ji bo hemû gelan têdikoşe û li berxwe dide. Leyla Guven hertim di nava çalakiyan de bû û bê navber kar û xebatên xwe ji bo doza demokrasiyê dida meşandin. Em piştgiriyê her bidin vê têkoşîna Leylayê. Divê hemû jin bi hevdu re doza Leyla Guven biparêzin. Ji dijmin re serî netewand û digot ji desthilatdariyê re na. Leyla Guven ji aliyê gel ve weke parlamenter hat hilbijartin û bi awayekî çalak xebata xwe dida meşandin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû, heta dawiyê li berxwe da. Di encama têkoşîna wê de parêzeran agahî ji Rêber Apo girtin. Dewleta tirk Leyla dîl girt, da ku tevger û rêxistinên jinê berfireh nebin. Bi van kiryaran dixwazin zextê li jinan bikin. Lê belê bi vê yekê bêtir hêrsa jinan li dijî pergala dewletê zêdetir bû. Leyla Guven nîşana serkeftina me ye. Leyla Guven têkoşera jin a azad e."
 
'Em dildarên doza azadiyê ne'
 
Gulistanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser vîna jinan a li hember pergalên dewletê û wiha pê de çû: "Weke çawa Leyla Guven dibêje em mafdar in û em ê teqez bi ser kevin, em jî wê sozê didin. Em ê bi ser kevin. Ger mirov bala xwe bide jinên ku li hember pergala dewletê serî hildidin, ew jî dibin armanca hêzên desthilatdar. Rast e Leyla Guven û bi sedan wek wê jin hatin girtin û ceza li wan hat birîn, lê bila tu dewlet nebêje ku min pêşengên jinan girtin û dê tevgerên jinan têk biçin.  Em ê hertim riya wan bişopînin, li şûna Leyla bi sedan jin wê xebatê bidin meşandin. Vîna jinan hertim mezin e, wê jin jî hemû planên dewletan têk bibe. Em dildarên doza azadiyê ne."
 
'Divê hemû jin bi hevdu re doza Leyla Guven biparêzin'
 
Gulistanê bang li hemû jinên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin doza Leyla Guven û wiha bi dawî kir: "Divê hemû jin xwe bikin Leyla Guven, ji ber ku Leyla Guven ji bo mafê jinê, parastina wê û xwedîderketina li wê, têkoşînê dike. Kesên ku divê xwedî li Leyla Guven derkevin em in. Her çiqas dewlet li dijî jinan kiryaran pêk bînin jî, divê em nehêlin dijminê me bi ser keve. Em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û li nirxên şehîdên xwe xwedî derkevin. Me weke jinên li vê herêmê Leyla Guven ji xwe re weke mînak girtiye û em ê projeyên ku xwest bîne serî, temam bikin. Em ê li dijî her cureyên desthilatdariyê têbikoşin. Em azadiyê ji Leyla û hemû girtiyan re dixwazin. Bijî jina azad."