'Êrîşên dagirkeriyê nikarin wekheviya gelan têk bibin'

  • 09:01 4 Sibat 2021
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên, derbarê êrîşên li ser Şehbayê û bêdengiya navneteweyî de wiha got:"Şêniyên li Şehbayê wê rêya tekoşîna li hember hemû cureyên êrîşan û bêdengiya li dijî dagirkeriyê bidomînin."
 
Ji destpêka aloziya di nava Sûriyeyê de heta niha Şehba her dem bû hedefa êrişan. Piştî êrişên li ser Efrînê şêniyên Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Lê belê êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi dawî nebû. Her wiha dorpêçkirina Rejima Sûriyeyê ya li Şehbayê jî dibe sedema kûrbûna aloziyan. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên nirxandin kir.
 
'Tu saziyên mirovî bi erka xwe ranabin'
 
Wefayê kiryarên dewleta tirk ên derheqê sivîlan ên li Şehbayê de şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji destpêka aloziya di Sûriyeyê de, gel rastî êrîşan tên û hertim em dibînin cîhan di nava bêdengiyê de dimîne. Gel bi têkoşîn û berxwedana xwe xwedî li doza xwe derdikevin. Li Şehbayê gel tê topebarankirin. Êriş didomin. Di komkujiya Til Rifetê de tevî zarokan 10 kesî jiyana xwe ji dest dan.  Her wiha cara duyemîn jî dewleta tirk derheqê sivîlan de komkujî pêk anî ku dîsa 2 zarok û jinekê di encamê de  jiyana xwe ji dest dan.  Ev hovîtiya ku li dijî sivîlan tê kirin, li pêşiya çavên hemû cîhanê tê kirin. Ev êrîş ne tenê li Şehbayê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên Şehbayê yên dagirkirî jî dubara dibin."
 
'Êrîşên dagirkeriyê nikarin wekheviya gelan têk bibin'
 
Wefayê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk nagihêjin armanca xwe û wiha bi dawî kir: "Êrîşên dewleta tirk wê negihêjin armancên xwe. Tevî ku êrîş dijwar jî bûn, lê gel dev ji cih û warên xwe bernedan. Zêdetir bi berxwedana xwe ve tên girêdan. Ev hevgirtina di navbera pêkhateyan de wê neyê şikandin, berovajî wê xurt dibe. Em ê bi hêz û têkoşîna xwe dawiyê li van kiryaran bînin. Helwesta civaka navneteweyî  û erêkirina wan a êrîşan êdî diyar bû, ji bo wê şêniyên li Şehbayê wê rêya tekoşîna li hember hemû cureyên êrîşan û bêdengiya li dijî dagirkeriyê bidomînin. "