Li dijî komploya navneteweyî li Şengalê meş hat lidarxistin

  • 16:11 3 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û wiha gotin: "Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek li dar xist. Meşa jinan ji gunde Barê dest pê kir heta gundê Xelefa Şengalê dom kir. Di meşê de pankarta "Bi têkoşîna jinên êzidî û ereb wê xweseriya Şengalê mîsoger be" hat vekirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji aliye endama TAJÊ Suham Dexil ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke êzidî heta niha bi 74 fermanan re rûbirû mane. Jinên ereb jî Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin. Her  wiha komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li ser jinên êzidî, êreb û hemû jinan hatiye pêş xistin.
 
Civak di şexsê jinan de tên parçekirin
 
Îro civak di şexsê jinan de tên parçekirin. Her wiha çareserî jî di yekîtiya jinan de ye. Em jinên êzidî û ereb li ser vê axa pîroz bi hezar sala ne ji hev hatine dûrxistin û pir caran dijminatî di navbera me de hatiye pêşxistin. Lê îro êdî bi fikir û felsefeya Rêber Apo em wan tevahiya komplo û lîstokan dibînin. Em jinên ereb, kurt, tirkmen û hwd. çiqas bibin yek, xwe bi rêxistin bikin em ê ew qas bikaribin şer û pevçûnên li ser axa me tên kirin bidin sekinandin. 
 
Azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dibînin
 
Em jinên êzidî û ereb azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Em xwedî li fikrê rêberê xwe û Rêbeveriya Xweser derdikevin. Her wiha di salvegera 23'yemîn Komploya Navneteweyî de komployê bi tundî şermezar dikin û em di têkoşîna xwe de azadiya Rêber Apo ji bo xwe armanca sereke û esas digirin. 
 
Em soz dikin ku heta rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bi pêşengtiya jinên êzidî û ereb bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin. Azadiya Jinên Şengalê dê Xweseriya Şengalê mîsoger bike. 
 
Banga me ji bo hemû jinên Şengalê ew e ku em li derdora Rêber Apo kom bibin xwe bi rêxisttin bikin û komployê vala derbixin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên jinan bi dawî bû.