Kongreya Star têkildarî komploya navneteweyî civîn li dar xist

  • 15:58 3 Sibat 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ  -Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kongreya Star û PYD'ê, ji gel re civîn li dar xistin. Di civînê de wiha hat gotin: "Komploya naveteweyî ya li ser Rêber Apo li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn hate meşandin, bi van komployan dixwazin vîna gelan tune bikin."
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya 15'ê Sibatê de û li dijî komploya naveteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" civîn ji gelê navçeya Qineyê re li dar xistin.  Civîn li Baxçeyê Rêber Apo yê gundê Siftekê yê Kobanê bi tevlîbûna jinên sazî û dezgehên civakî, hate çêkirin. Di civînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibûn daliqandin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Firatê Raperîn Koçer civîn bi rê ve bir.
 
'Gelê me têkoşîna Rêber Apo dewam dike'
 
Raperînê bal kişand ser armancên komploya naveteweyî û planên ku li ser gel tê meşandin û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de hemû dewletên desthilatdar li dijî demokrasî û edaletê plan çêkirin. Di 15'ê Sibata 1999'an de car din hemû dewletan pilan kirin ku di kesayeta Rêber Apo de Gelê Kurd tune bikin. Komploya naveteweyî ya li ser Rêber Apo li ser tevahî gelê Rojhilata Navîn hate meşandin, bi van komployan dixwazin vîna gelan tune bikin. Bi vê yekê xwestin kurdan ji çand û rastiya wan dûr bixin. Ev 22 sal in komplo bê navber didome û tecrîd li ser Rêber Apo hîn girantir dibe. Demeke dirêj e parêzer û malbata Rêber Apo serlêdan nekirine, heta niha tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin. Dewletên ku negihiştin armanca xwe, îro êrîşî nirxên mirovan dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em domdarên xeta azadiyê ne. "
 
Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.