Li Wanê bi ser koguşa rojnamegeran de hat girtin

  • 15:51 3 Sibat 2021
  • Rojane
 
WAN - Nûçegîhana me Şehrîban Abî ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê tê girtin di hevdîtina bi telefonê ya îro bi malbata xwe kir de anî ziman du roj berê bi ser koguşa wan de hatiye girtin û dest xistine ser betaniyên wan. 
 
Di 6'ê Cotmeha 2020'î de li Wanê bi ser malên nûçegîhana me Şehrîban Abî, Rojnameger Nazan Sala û Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur de hatibû giritn û di 9'ê Cotmehê de hatibûn girtin. Hat hînbûn ku du roj berê bi ser koguşa Şehriban û Nazanê ya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê de hatiye girtin. 
 
Şehrîbana îro bi malbata xwe re hevdîtina telefonê kir diyar kir ku bi ser koguşa wan de hatiye girtin û bê hincet îdareyê dest xistiye ser betaniyên wan. Şehribanê diyar kir ku ji ber şerdên zivistanê koguş sar in û ev du roj in di nava sermayê de ne.