Meclîsa Jinên Sûriyeyê têkildarî welatbûyînê panel li dar xist

  • 15:28 3 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê di derbarê welat û welatbûyînê de panel li dar xist.
 
Ji bo naskirina wate, nirx û têgîna welatbûyîn û welat, Meclîsa Jinên Sûriyeyê panelek li dar xist. Di panelê de bi dehan ji nûnerên Kongreya Star, partiyên siyasî, Komeleya Tîrêj a Astengdaran, Desteya Tenduristî û Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê amede bûn.
 
Panelê bi pêşandana sînevîzyona li ser welatbûyînê dest pê kir. 
 
Paşê Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê Emel Ehmed axivî û wiha got: "Welatbûyîn tê wateya komeke ji mafên madî, manewî, takekesî û giştî ku rêveberiya herêmê bi cih tîne û li hember vê yekê jî hemwelatî jî bi erka xwe ya welat radibin."
 
Pişt re Emel Ehmed mafê axaftin û nêrînan da beşdarvanan.
 
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Gûlîstan Etî wiha got: "Di pergala Rejîma Sûriyeyê de mafê me wek kurd tunebû ku em bi zimanê zikmakî bixwînin. Her wiha di nasnameyan de me weke pêkhateya Erebên ji Sûriyeyê bi nav dikirin. Derfetên karkirina di saziyên dewletê de ji bo kurdan tune bû. Mirov dikare bêje Rêjîma BAAS'ê bi hişmendiya nîjadperest li Sûriyeyê hukim dikir."
 
Endama Kordînasyona Kongreya Star a Kobanê Rewşen Hacim hevrûkirina di navbera pergala Rêjîma BAAS'ê û Rêveberiya Xweser de wiha anî ziman: "Di destpêkê de divê civak xwe perçeyek ji rêveberiyê bibîne. Lê di pergala Sûriyeyê de mala gel hebû, lê mixabin ku ji gel re nedibû bersiv. Her wiha polîsên tirafîkê û ewlehiya benda kontrolan ji bo ku bi erka xwe rabin, pere ji gel dixwestin. Ew tirsa ku ji polîsan di dilê me de hatibû çandin, her tim di bîra me de ye. Heger em niha binêrên, gelê me ji hêzên ewlekariya Hundirîn ango hêzên Asayîşê hêzê digirin." 
 
Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî, bal kişand ser mafên jinê û got: "Di dirûşmên Rêjîma BAAS'ê de qaşo azadî û mafê mirovan heye. Lê heger em li rewşa jina di nava pergala Sûriyeyê de binêrin, em dikarin bêjin mafê jinan yê herî rewa jî tune ye. Dema ku jinek di saziyeke dewletê de bixebite, divê bi hişmendiya mêrê desthilatdar kar bike." 
 
Panel bi nêrînên di derbarê mafê welatbûyîna di Rêveberiya Xweser de bi dawî bû.