Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 48’an de didome

  • 12:15 3 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, 48 roj in didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku Komploya Navneteweyî negihaşt armanca xwe û gotin: "Îro em bi çalakiya xwe li dijî tecrîdê derdikevin û piştgiriyê didin girtiyan."
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, bi pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 18’ kanûna 2020'an de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 23'yemîn di roja 48’an de dewam dike. Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaret kirin. 
 
Çalakvanan derbarê pêngava "Dem Dema Azadiye" û Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Em ê ji pêvajoyê re bibin bersiv'
 
Eyşê Şen a ku tevlî greva birçîbûnê bûye, di destpêka axaftina xwe de komploya navnetewî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şemezar kir û got: "Em di wê hêviyê de ne ku çalakiya me bibe çalakiya dawî û em bigihijin armanca xwe. Çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de li zîndanan hatî destpêkirin, em jî weke ciwanên Mexmûrê xwe di nav de dibînin û tevlî dibin. Ji ber ku berpirsyartiya me hemûyane. Armanca me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Bi destpêkirin û pêşengiya pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ divê Gelê Kurd bi taybet ciwan xwe bidin bin vî barî. Ji ber ku her tim Rêber Apo dibêje ‘Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin’ ji ber wê jî divê herî zêde em ciwan ji bo vê pêvajoyê bibin bersiv." 
 
'Guh bidin dengê çalakvanan'
 
Eyşê di axaftina xwe de banga piştewaniya çalakiyê kir û wiha axivî: "Dema ku em rêberê xwe şîrove dikin em dibînin xebat û felsefeya wî ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest bûye rênişanek, ji bo wê jî banga me ne tenê ji bo Gelê Kurd e. Sazî û rêxistinên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan dibînin divê êdî guh bidin vî dengê me. Em niha ketine meha sibatê, ev meh ji bo me mehekî reş e. Komploya Navnetewî ku di 9’ê cotmehê de dest pê kir û di 15’ê sibatê de bi dawî bû, di şexsê rêbertî de tevahiya Gelê Kurd yê azadîxwaz hat dîl girtin. Bi vê kompoloyê dijminê me tu carî ne gihişt armanca xwe, dibe ku rêbertiya me bi awayek fizîkî dîl girtî be lê bi awayek ruhî, fikrî tu carî nehatiye dîl girtin. Em weke Mexmûrî jî xwe di nava tecrîda Îmralî de dibînin." 
 
'Divê em xwedî bi îrade bin'
 
Eyşê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêngava ku hatî destpêkirin bi taybet rol û azadiya jin û civakê digire nava xwe, ev jî bi xwe re hêza parastina jin nîşan dide. Em di van demên dawî de dibînin dewlet herî zêde êrişî jinan dike, êrişî jinên ciwan dike. Ji ber ku hêza jinê ku derdikeve pêş desthilatdariya zilam di tirsîne. Ji ber wê sedemê divê em jin xwedî rêxistin bin xwedî îrade û bi biryar bin."
 
'Çi ji destê me bê em ê bikin'
 
Çalakvan Aştî Kara jî di derbarê tevlîbûna xwe ya çalakiyê de axivî û got: "Min jî weke keçekî ciwan ya Mexmûrê xwest cihê xwe di koma 24’emîn ya çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo de cih bigirim. Em weke ciwan di vê di xeta Rêber Apo û şehîdan de divê pêvajoyê de çi kar bikeve ser milê me divê em pêk bînin. Ji bo azadiya serokatî û civaka me ji canê me wêdetir tiştek nîne, em amadene ku wê jî bidin ji ber ku rêyek me ya din nîne."
 
'Tevlî berxwedane bibin'
 
Aştî banga têkoşînê li jinên ciwan kir û got: "Divê bi taybet jin û ciwan tû carî bêmafiyên ku li ser hebûna wan tên meşandin qebûl nekin û li dijî wê her tim di nava têkoşînê de bin. Banga min ji bo tevahiya mirovahiyê ku xwedî wijdan û exlaq bêje êdî bes e û tevlî berxwedanê bibe."