64 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome

  • 11:30 3 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hatî destpêkirin 64 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê didome. 
 
Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê kon vedan. 64 roj in li vir berxwedana xelkê Şengalê didome. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.