'Armanca dagirkeriyê şikandina vîna jinên azadîxwaz e'

  • 09:05 3 Sibat 2021
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li Helebê Rewşen Mihemed kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nirxand. Rewşenê ev tişt got: "Dewleta tirk tunekirina hebûna kurdan di herêmên dagirkirî de dike armanc. Armanca dagirkeriyê şikandina vîna jinan e. Divê dewletên navneteweyî helwestên xwe li dijî kiryaran bide nîşandan."
 
Li Efrînê, rojane bê navber dizî, revandin, kuştin, sûcên dervî pîvanên exlaqî bi ser şêniyan de pêk tên. Hemû êrîşên ku di herêmên dagirkerî de tên kirin, zêdetir jinê hedef digire. Niştecihên Efrînê yên jin tên revandin, dibin bajarên din û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji ber van kiriyaran rojane bi sedan şênî ji Efrînê  berê xwe didin herêmên bi ewle.Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Rewşen Mihemed nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
'Li Efrînê kiryarên nebaş didomin'
 
Rewşenê bal kişan ser rewşa li Efrînê, kiryarên derheqê sivîlan de û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji roja dagirkirina Efrînê û heta niha kiryarên binpêkirinên derheqên şêniyên resen de tên meşandin.  Niha jî dewleta tirk demografiya herêmê diguhere û Efrînê ber bi tirkbûnê ve biriye. Sivîlên ku ji wir derdikevin çîrokên dizî, talankirin, revandin û qetilkirinê dibêjin.  Çanda herêmê, şûnwarên wê, berhemên wê hemû didizin û derbasî tirkiyeyê dikin. Dewleta tirk di herêmên dagirkirî de  kurdan hedef digire û her der daye ber xwe. Bi van kiryaran kîna wan li hember kurdan derdikeve pêş. Li Efrînê kiryarên nebaş didomin." 
 
'Armanca dagirkeriyê şikandina vîna me ye'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Rewşenê bal kişand ser binpêkirina mafê jin û zarokan ên di Herêma Efrînê de û wiha pê de çû: "Di Efrînê de bi taybet jin zêdetir rastî hovîtiya dewleta tirk a bi hemû cureyên wê tên. Bi van rêbazan esasê jiyanê dikuje. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jinan weke amûran bi kar tînin. Armanca dagirkeriyê şikandina vîna jinên azadîxwaz e. Rewşa jinan niha di Efrînê de pir bi êş e û gelek jinên ku hatine revandin çarenûsa wan ne diyar e."
 
'Bêdengiya navneteweyî ne di cih de ye'
 
Rewşenê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan kir ku ji bo kiriyarên dewleta tirk divê sînorek bê dayîn û wiha bi dawî kir: "Ev 3 sal in dewleta tirk Efrîn dagir kiriye û ewqas kiryarên li dijî mirovên wê dike.  Li hember van kiryaran bêdengiya neteweyî ne di cih de ye. Divê sazî û rêxistina mafên mirovan helwesta xwe bidin diyarkirin. Dema ku xwe lal û kor dikin tê weteya erêkirina wan a van kiryaran. Em jî soz didin ku ji bo azadiya jinan em ê xebata xwe mezintir bikin, heta jinek di bin destên dagirkeran de nemîne.  Wê jin azad bibe û mafê xwe bigire."