ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 3 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Nalîn Memdûh Yûnis a ji zaroktiya xwe de bi hezkirina nivîsandina helbestan mezin bûye, têkildarî helbestên dinivîse da zanîn ku helbest ji bo wê deryayeke bê dawî ye û wiha got:"Helbest îfadekirina hestên mirovan e. Ez di helbestên xwe de bêtir berxwedana şervan, jin, zarok û xwendekaran a li hember dagirkeran, vedibêjim. Ez hertim peyama berxwedanê didim pêş." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm têkildarî erkdarkirina parêzeran a ji bo parastina doza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Xedîceyê wiha got:"Parêzerên Rojavayê Kurdistanê amade ne parastina doza Rêber Apo bikin. Aliyên vê dozê em ê baş analîz bikin û di dagehan de em ê bi riyên zagonî biparêzin. Me ev erka pîroz daye ser milê xwe û heta dawiyê jî em ê ji bo wê têbikoşin."  DÎMEN HEYE
 
*Jinên êzidî bal kişand ser hevdîtinên dawiyê ya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de pêk hatî û gotin: "Niha li hemberî êzidiyan planên qirêj tên kirin. Demên borî DAÎŞ jî bi heman fikrê êrişê li me kiribûn. Li dijî planên qirêj divê êzidî bibin yek û xwedî li axa xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Leyla Yardim, têkildarî êrîş û asimilasyona li ser zimanê kurdî axivî. Leyla anî ziman ku ziman sembola civakê ye û got: “Ger ku ziman winda bibe civak jî winda dibe." DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li Helebê Rewşen Mihemed kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nirxand. Rewşenê ev tişt got: "Dewleta tirk tunekirina hebûna kurdan di herêmên dagirkirî de dike armanc. Armanca dagirkeriyê şikandina vîna jinan e. Divê dewletên navneteweyî helwestên xwe li dijî kiryaran bide nîşandan." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê, Menekşe Kizildere destnîşan kir ku sedema hişkesaliyê, çêkirina bendav û projeyên HES e. Menekşe, wiha got: “ Ji ber polîtîkayên şaş ên dewletê her ku diçe rûxandina xwezayê zêde dibe. Li Tirkiyê rewşa xwezayê li gorî rewşa demokrasiyê diguhere. demokrasî di rewşekê çawa de be ekolojî jî di heman rewşê de ye.” DÎMEN HEYE
 
*Li Bismilê ji aliyê Qeymeqamtî û şaredariyê ve dibistanên zewacê hatin vekirin û bertekên jinan yên li hember vê didomin. Jinan gotin: “Bi dibistanên zewacê re dixwazin jinan bikin kole. Dewlet bila ewil dersê bide zîhniyeta mêr.” DÎMEN HEYE
 
*Di rayagiştî de dosya ku wek dosya îstîsmara Pasûrê tê zanîn, bi salane biryarek jê derneket û gumanbar jî serbest tên darizandin.
 
*Jinan diyar kirin ku bi girtina Ayşe Gokkanê dixwazin tevgera jinên kurd krîmînalîze bikin û gotin: “Em ligel wêne, em paşengên wê ne. Em xwedî li têkoşîna wê derdikevin, hedefa me mezinkirina têkoşîna wê ye. Em ê bibin yek û destên dirêjî Ayşeyê bûye bişkînin.” BI DÎMEN 
 
*Xizma girtî Sultan Yagmekan tecrîda li ser Îmraliyê şermezar kir û banga hestiyariyê li xizmên girtiyan kir û got: “Tecrîd ranebe em ê jî ligel wan tev bigerin.” BI DÎMEN