Komîteya Tendirustiya Mexmûrê tecrîd şermezar kir

  • 15:38 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Komîteya Tendirûstiyê ya Mexmûrê derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û got: "Em wek komîte carek din bang li hemû saziyên mafê mirovan û CPT dikin ku derbarê rewşa Rêber Apo de bi erkê xwe re rabin."
 
Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê da. Daxuyanî ji aliyê endama komîteya tendirustiyê Bêrîvan Unver ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro Rêber Apo, li Rojhilata Navîn û tevayê cîhanê ku weke aktorê sereke yê çareseriya hemû qeyranên mirovî û civakî tê dîtin mixabin şerma hemû mirovahiyê ye, li zindana Îmraliyê bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû ye. Li girtîgehê ji hemû mafan bê par e. Li beramberî hemû hewildanên parêzeran, hikûmeta AKP’ê rê li ber çûyîna CPT ya li girava Îmraliyê girtiye. Pêkanînên hikûmeta AKP’ê yên hember Rêber Apo pêk tîne derveyî dad û mafê mirovane. Li Îmraliyê îşkence û tecrîd bi pergalî tê rêveberin. Di nav tecrîdê de tecrîd hatiye girankirin. Mafê xwezayî yê ji bo her girtiyekê weke pêkanîna hevdîtina li gel malbatê û parêzeran bi mehan û salan tên astengkirin. Herî dawî piştî şewata li Girava Îmraliyê ya sibata 2020’an derketî, parezerên wî karîne di 3’yê adara 2020’an de pêre hevdîtinê pêk bînin. Ji vê dîrokê û şûnde ji bo Rêber Apo ji aliyê malbat yan jî parêzeran ve tu mafê hevdîtinê ne hatiye dayîn û ji rêbertî tu agahî nehatiye girtin. 
 
Li hemberî paradîgmaya Rêbertî tirsek heye 
 
Ji ber pêşbiniyên Rêber Apo yên derbarê hemû nakokî û aloziyên roja îro de di serî de li Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û tevayê cîhanê de rû didin bi aşkerayî diyar in û di heman demê de ji ber çareseriya hemû qeyranan ne dibin berjewendiya deshilatdariya hikûmeta AKP’ê de ye, li pêşiya vê astengiya herî mezine. Li Tirkiyê her ku diçe qeyranên siyasî, aborî û civakî kûr dikin. Ji bo dirêjkirina temenê xwe yê deshilatdariyê civakê di hemû aliyan de lewaz têxe û neçarî xwe dike. Dema xetimandinan jiyan dike neçarî Rêber Apo dibin û rêya hevdîtinê vedikin. Ji ber tirsek mezin hemberî paradigmaya Rêbertî jiyan dikin, li hemû qadan polîtîkaya têkbirina tekoşîna Gelê Kurd xistiye dewrê. Zextên li ser kurd û girtiyên azadiyê zêde kiriye. Li çar aliyên Kurdistanê şerek yê tûnekirina tevgera azadiyê û destkeftiyên Kurdistanê dide meşandin. 
 
Ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo ji bo me mijara serekeye 
 
Em weke Komîteya Tendirûstiya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî dibêjîn; tendirûstiya bi saxlemî ya civaka kurd, bi tendirûstiya Rêber Apo re derbaz dibe. Ewlekarî û tendirûstiya Rêber Apo ji bo me mijara serekeye. Her wiha weke xebatkarên tendirûstiya wargehê divê derbarê de hemû aliyên peywendîdar vedixwînîn ser erkên wan. Her wiha bangawaziya me ji bo komîteya pêşîgirtina li îşkenceyê (CPT) heye ku demildest li Girava Îmraliyê lêkolînek berfireh pêkbînin û encama wê bi raya giştî û Gelê Kurd re parvebikin. Her çiqas divê derbarê de li her deverên ku kurd lê jiyan dikin, çalakî hatine pêşxistin lê ji aliyê CPT û saziyên mafê mirovan ve hatiye paşguhkirin û bi erkê xwe re ranebûne. 
 
Carek din bang li hemû saziyên mafê mirovan û CPT dikin ku derbarê rewşa Rêber Apo de bi erkê xwe re rabin. Ji ber ku êdî dem dema azadikirina Rêber Apo ye."