'Di binçavan de îşkence li xwendekaran hat kirin'

  • 12:41 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL -  Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên duh polîsan ew binçavkirin, di binçavan de îşkence li wan hat kirin. Parêzerê xwendekaran Levent Pîşkîn jî anî ziman ku polîsan di lêpirsîna di bin çavan de îşkence li xwendekaran kiriye. 
 
Piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan Melih Bulu wekî qeyûm tayînî Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî kir, çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Bi sedan xwendekarên Bogazîçî duh dîsa li Zanîngeha Bogazîçî bi dirûşmeya "Em qeyûm naxwazin" çalakiya girseyî li dar xistin. Polîsan êrîşî xwendekaran kir û 159 xwendekar binçavkirin. Ji xwendekarên hatin binçavkirin 98 kes hatin berdan û lêpirsîna 61 xwendekaran didome. 
 
Parêzerê xwendekarên ku hatin binçavkirin Levent Pişkin, anî ziman ku ew li Midûriyeta Polîsan a Vatanê tevlî îfadeya xwendekaran bû û tundiya li dijî xwendekaran anî ziman. Parêzer Levent, diyar kir ku heta niha bi hemû xwendekarên hatine binçavkirin re hevdîtin nekiriye û wiha got: "Em hêj nizanin çi bi serê hemû xwendekaran de hatiye. Xwendekarê min bi wan re hevdîtin kirin, anîn ziman ku tenê pirsek ji wan pirsîne 'Hûn çima tevlî çalakiyan dibin?'. Xwendekarên ku min bi wan re hevdîtin kir, anîn ziman ku destê wan li pişt wan kelepçe kirine û di binçavan de îşkence û neheqî li wan kirine."
 
Levent, anî ziman ku meş, daxuyanî û çalakiyên bi vî rengî mafê xwendekaran ên zagonî û rewa ye û xwendekar vî mafê xwe yê zagonî bikar tînin. Levent, destnîşan kir ku her çend walî û qeymeqam çalakî qedexe kiribin jî nayê wê wateyê ku xwendekar nikarin vî mafê xwe bikar bînin û wiha got: "Li gorî Destûra Bingehîn eger kes mafê wan ê azadiye bê asteng kirin bi her awayî dikarin mafê xwe biparêzin. Ev ne sûc e. Xwendekarên ku hêj ji otobusê daneketin hatin binçavkirin hene. Em bi rewşek li dijî hiqûqê re rû bi rû ne."