TAJÊ: Viyan sembola jina azad e

  • 09:25 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê nivîskî Viyan Soran bibîr anî û got: “Viyan ji bo me sembola jina azad, têkoşêre heqîqetê û hevaltiya rast a bi Rêber Apo re ye. Sekna wê li dijî zihniyeta zilam a desthiladar û paşverû ji bo me bû xetek û pêşengek."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê nivîskî Viyan Soran ku ji bo protestokirina komployê çalakî li dar xistibû, bibîr anî. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Di destpêkê de em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî 15’mîn Salvegera Şahadeta Rêheval Viyan Soran bibîrtînin. Di şexsê Şehîd Viyan de em bejna xwe li beramberî hemû şehîdên şoreşê, şehîdên fermanê ditewînin. 
 
Em weke millet Êzidî di pevajoyekî gelekî giran de derbas dibin. Di wextekî wiha dijwar de ku berxwedanî û tekoşîna jinan ewqas bilind dibe, beramberî vê jî hovîtiya dijmin û siyasetên ku li ser milletê kurd û êzidî tê meşandin dijwartir dibe. Bi taybet siyasetên ku li ser Rêberê Gelê Kurd û civaka êzîdî, Rêber Apo tê meşandin her ku diçê dijwartir dibe. 
 
Ev zedeyî 20 sal in ku tecrîda girankirî li greva Îmraliyê tê pêkanîn. Helwesta Heval Viyan Soran di serî de helwestekî li dijî siyasetên ku li ser Rêber Apo hatin meşandin û tiffaqên ku wê demê ji bo girtina wî a komplowarî bû. Dîsa heman siyaset û zihniyeta îxanetkar li ser milletê başûrê Kurdistanê ku tê meşandin, heval Viyan qebûl nedikir û li dijî wê xwedî helwest bû. Ji bo azadiya serokatiyê bi vînekî bêhempa canê xwe da ber agir.
 
Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, heval Viyan ji bo me sembola jina azad, têkoşêre heqîqetê û hevaltiya rast a bi Rêber Apo re ye. Sekna wê li dijî zihniyeta zilamê a desthiladar û paşverû ji bo me bû xetek û pêşengek. Di şexsê wê de heqîqeta jina kurd a ku ji bo ax û welatê xwe canê xwe jî dikarê feda bikê hate temsîlkirin. Di heqîqeta jina êzidî jî ev rastî tê dîtin. Wek Rêheval Viyan bi sedan Jinên Êzîdî di dîrokê de canê xwe ji bo ol, bawerî, civak û axa xwe feda kirine.  
 
Ji bo vê jî, bi taybet di van demên ku hebûna me wek civak di nav xweseriya Şengalê de tê nîqaşkirin û astengiyên ji bo ku ev pêk neyê ji aliye dijmin ve tên dîtin, lazim e em wek jinên êzidî mîna Viyanan, Berîvanan û Lavanyan têkoşîna xwe bilind bikin û di xeta wan de xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mîsoger bikin.   
  
Em dûbare salvegra Şahadeta Heval Viyan Soran bibîrtînin û soza bilindkirina tekoşînê û berxwedaniyê li seranserê cîhanê didin."