‘Parastina cewherî ji bo mafê jiyanê pêwist e’

  • 09:07 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysun Çeper diyar kir ku êrîşa li hember jinekê li hember hemû jinan tê kirin û got parastina cewherî garantiya berdewamkirina jiyanê ye. Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî da zanîn ku parastina cewherî ji bo mafê jiyanê pêwist e.
 
Di vê pêvajoya ku şîdeta mêr-dewletê li ser jinan derketiye asta herî jor, jin jî bi parastina cewherî xwe diparêzin. Jinên ji bo bijîn parastina cewherî pêk tînin û neçar dimînin gumanbarê şîdetê bikujin jî tên girtin û bi 30 sal cezayan tên darizandin. Mekanîzmaya darazê jî dema mijar dibe parastina cewherî ya ku jin bi kar tînin jî pergala cezakirina di asta jor de, dikin jiyanê û ji bo gumanbarê mêr ên şîdet, destdirêjî û tecawizê jî ji rewşa baş ceza dadixin.
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Aysun Çeper û ji Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî der barê parastina cewherî de axivîn.
 
‘Êrîşa li hember jinekê li hember hemû jinan e’
 
Aysunê diyar kir ku li welat, Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan, Name Ozturk, Aylîn Işik, Havva Zor, Melek Îpek û herî dawî jî Nîmet Akgun mafê parastina cewherî bi kar anîne û der barê têgeha parastina cewherî de ev tişt vegot: “Dema em rastî êrîşê tên sedema vê ne şexsî ye, jintî ye. Ji ber vê jî her êrîş an jî biçûkxistin li hember me hemû jinan e. Em dizanin ku yek ji xalên rojevê yên têkoşînê, têkoşîna hebûnê ya li hember şîdeta mêr e. Em jin-femînîst li aliyekî dozên kuştinên jinan dişopînin û li aliyê din jî binpêkirinên mafan didin nîşandan û li aliyê din jî dibêjin ku polîtîkayên bêcezahiştinê ya ji bo mêran jinan bê ewlehî û tenê dihêle.”
 
‘Jin bi parastina cewherî dikarin polîtîkayên qirkirinê têk bibin’
 
Aysunê balkişand ser parastina cewherî ya ji bo jinan tê çi wateyê û got ji bo jinan hewcedariya parastina cewherî gelek girîng e. Aysunê got li dijî xespkirina her cureyê maf jin bi avakirina mekanîzmayên parastina cewherî dikarin polîtîkayên qirkirin, destdirêjî û tecawizê têk bibin. Aysunê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jin li her derê rêxistina xweser û kolektîfên xwe biafirîne, li her qada jiyanê cih ji xwe re vebikin. Jin tevî ku di çarçoveya xala 25’emîn a Qanûna Cezaya Tirk (TCK) de xwe diparêzin jî tên darizandin. Mînak Nevîn Yildirim rastî tecawiza sîstematîk hatiye û neçar maye gumanbar bikuje. Lê bêyî ku ceza bê daxistin hat cezakirin. Her roj jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Daraza mêr a ji vê nerehet nabe, dema jin xwedî li jiyanên xwe derkevin nerehet dibe.”
 
‘Parastina cewherî ji bo berdewamkirina jiyanê garantî ye’
 
Aysunê bi lêv kir ji bo berdewamkirina jiyanê parastina cewherî garantî ye û ev tişt vegot: “Parastina cewherî ne tenê şexsî di heman demê de parastina cewherî ya civaka jinan e. Li dijî kesên ku me di navbera jiyan û mirinê de dihêlin de, em ê her tim berxwedana parastian cewherî pêk bînin û mêr-daraz- dewletê teşhîr bikin.”
 
‘Ji bo mafê jiyanê pêwist e’
 
Ji Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî jî parastina cewherî di her rewşê de nêzîkatiya parastina jiyanê ye û got: “Em dikarin bêjin ev pêvajoyek alîkariya xweser e. Di seranserê dîrokê de di têkoşîna hemû zindiyan de serî li rêbaza parastina cewherî hatiye dayîn. Li gorî deman cudahî nîşan dabe jî, ji bo mafê jiyanê parastina cewherî pêwist e. Jinên parastina cewherî bi kar tînin tên girtin. Dema yên dikujin û yên didarizînin mêr bin, têkoşîna jiyan an jî mafê jiyanê ji nedîtîve tên. Pergala heyî ji bo xwe bidomîne, jinên parastina cewherî bikar tînin sûcdar dibîne û didarizîne. Desthilatdariya ku bi hevkariya civakê re jin di qada taybet de sînor kiriye û dibêje mafê mudaxaleya li hember vir tune jî, şîdeta li ser jinê jî rewa dike.”
 
‘Pergala serdest a mêr dertê pêş me’
 
Newrozê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me hemûyan wêneyên Melekê dîtin. Heta sibehê îşkence lê hatibû kirin û rûyê wê nedihat nasîn. Li ser vê îşkenceyê ji bo jiyana xwe biparêze dikeve çalakiyê û beramberê vê çalakiyê di hiqûqê de ‘parastina cewherî ye’. Jin ji bo xwe biparêzin serî li vê rêbazê didin. Ev rêbaz ji bo jiyanê riya hebûnê ye, yanî parastina cewherî ye. Divê parastina cewherî wek parastina rewa neyê destgirtin û li gorî vê kar û barên hiqûqî bên destpêkirin. Divê em li dijî van êrîşan têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”