Ji xizmên girtiyan bang: Bila cenaze dernekevin

  • 09:07 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Du kurên Şadiye Hayme girtî ne û Şadiye banga qebûlkirina daxwazên girtiyan dike û dibêje: "Ez êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.”
 
Li girtîgehan bi armanca ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bibin, girtî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Grev 68 roj in didome û xizmên girtiyan jî ji ber vê bi fikarin.
 
Di 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven jî grev hatibû destpêkirin û wê pêvajoyê jî girtiyê bi navê Îbrahîm Hayme yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne û Mehmet Hayme yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Boluyê dimîne ketibûn grevê. Herdu bira tevlî greva di 27’ê Mijdara 2020'an de hatiye destpêkirin jî bûne. Dayika wan Şadiye Hayme diyar kir ku ji ber rewşa aborî nikarin biçin hevdîtina kurêx we yê li girtîgeha Boluyê û got ew ji jiyana girtiyan bi fikar e.
 
'Ez kurê xwe nabînim’
 
Şadiyeyê destnîşan kir ku her tim zarokên wê û hevjînê wê hatine binçavkirin û girtin. Her wiha keça Şadiyeyê di pêvajoya qedexeya derketina derve de ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest daye. Her du kurê wê jî niha girtîne hem ji ber derfetên aboriyê û hem jî ji ber pandemiyê demek dirêj e nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Şadiye wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev saleke ez nikarim biçim Boluyê cem kurê xwe. Ger derfetên min hebûna ez ê her hefte biçûma. Tenê kurekî min dixebitî û debara malê dikir. Ev jî ber pandemiyê kafe hatin girtin û niha bê kar maye."
 
‘Kezeba min dişewite’
 
Şadiye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji rewşa girtiyan pir bi fikarim. Ji ber ku demên borî de jî rewşa wan ne baş bû. Divê mafên girtiyan bên nasîn û her wiha daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Kezeba min dişewite. Divê demildest daxwazên wan bên cih. Em naxwazin kes bimire, lê hikûmet li dijî daxwaza girtiyan bêdeng e.”