‘Di pêvajoya îro de êdî yekitî şert e'

  • 09:04 2 Sibat 2021
  • Rojane
 
BEDLÎS - Hevseroka HDP’a Tetwanê Sariya Yilmaz, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurd û got: "Ger ku em bixwazin ev sedsal bibe sedsala kurdan divê em yekitiya xwe pêk bînin. Di şertê îro de êdî yekitî şert e.”
 
Xebatên yekitiya neteweyî ya kurd hem li herêmê û hem jî li Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Rojên borî li Wan ê û Êlihê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hevdîtinên girîng li bajaran pêk hatin. Ligel astangî û êrişan li Wan û Êlihê meş hatin lidarxistin û gel daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Ligel xebatên bi vî rengî gel bertekê nîşanî polîtîkayên PDK'ê ya li herêmê didin. Derbarê mijarê de hevseroka HDP’a Tetwanê Sariya Yilmaz axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî.
 
'Ji bo her 4 parçeyan yekitî'
 
Sariya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiyê û got: "Kurd û partiyên kurdan hatin cem hev û pêngavên girîng avêtin. Li bakurê Kurdistanê kêm be jî bûn yek. Lê yekbûna her 4 parçeyên Kurdistanê girîng e. Heta kurd neyên gel hev wê bi mirin û tehdîdê re jî bên rû hev. Heta kurd neyên gel hev wê bi asîmîlasyon, koçberî, xizaniyê re bên rû hev. Kîjan partiya siyasî dibe bila bibe kîjan parçe dibe bila bibe nebin yek wê her tim kurd winda bikin.”
 
'Yekitiya kurd şert e'
 
Sariya, destnîşan kir ku li her çar parçeyê destkeftiyên kurdan hene û ev bi destê PDK û desthilatdariyê dikevin bin xetereyê û wiha axivî: “Ji bo yekitiya neteweyî jinan rol girt ser xwe. Gelê Kurd jî yekitiyê dixwaze. Ji bo vê çalakî û bang hatin kirin. Ger em bixwazin ev sedsal bibe sedsala kurdan divê ev yekitî pêk bê. Hatina gel hev a kurdan şert û berpirsyariye. Yekitiya kurd şert e.”
 
‘Hemû netew di bin rîskê de ne’
 
Sariya di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ger kurd nexwazin ji nû ve êş û komkujiyan bijîn divê ji bo yekitiya neteweyî têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev şer, koçberiya li Rojhilata Navîn kêm be jî wê bikeve. Kurd jî divê wek hemû civakên din ji bo azad bijîn bên gel hev. Li erdnîgariya Mezopotamyayê kurd, tirk, ereb û suryanî di bin rîskê de ne. Heta yekitî pêk neyê aştî jî ne pêkane. Dema aştî pêk bê wê aştî bê Rojhilata Navîn jî.”