Yek ji mînakên tecrîda girankirî ya li ser girtiyan: Rozerîn Kalkan

  • 09:01 2 Sibat 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Rozerîn Kalkan a ku 5 sal e bi îdaya "Endama rêxistinê ye" hatiye girtin û îşkenceya zayendî lê hatiye kirin, yek ji mînakên tecrîda  girankirî ya li ser girtiyan e. Lê Rozerînê li dijî tecrîdê berxwedanek bê hempa daye. 
 
Li girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan û îşkence her hebû, lê ev îşkence her ku diçe zêdetir dibe û berdewam dike. Li dijî van hemû pêkanînan jî girtiyên siyasî bi têkoşîna xwe re girtîgeh kirin çavkaniya hêzê û bûn sembola azadiyê. Jiyana Rozerîn Kalkan jî yek ji wan kesan e ku hertim li ber deriyê girtîgehan û bi guhdarkirina çîrokên îşkenceyên li girtiyan derbas bûye. Rozerînê piştî mezin dibe bi îdaya  "endama rêxistinê ye tê girtin û îşkencekirin.
 
Li gel Rozerînê malbata wê jî bi zextên dewletê re rûbirû maye. Weke ku diya wê Şerîfe Kalkan dibêje ji ber ku ew kurd bûne hemû tevgera wan weke ‘suç’ hatiye dîtin. Bapîr, bavê Rozerînê û hemû met û apên wê bi dehan caran hatine girtin û îşkecekirin. Malbata Rojzerînê bi eslê xwe ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewrê ye û di salên 1993’an de ji ber zêxtên dewletê koçberî navenda Mêrdînê bûne. Li vir zextên dewletê ku li wan kirine bi dawî nebûne. Bavê wê Îsmet Kalkan ceza digire û neçar dibin koçî stenbolê dikin. Rozerînê jî li sirguniyê di sala 1996’an de ji dayik dibe. Piştî ku dibe 2 salî cardin bavê wê tê girtin. Ji 2 saliya xwe û şunde bi piranî rojên wê li ber deriyê girtîgehan derbas dibin. 
 
Êdî Rozerînê jî girtîgehê nas dike
 
Piştî ku bavê wê ji girtîgehê tê berdan Rozerînê bi malbata xwe re vedigere tên careke din li Mêrdînê bi cih dibin. Bê guman dema bavê wê li derve be jî yan apên wê yan diya wê di girtîhehê de bûne. Rozerînê rexmê vê dibistana xwe bi serkeftî diqedîne û zanîngeha Dêrsimê qezenç dike. Roja ku qeyda wê were çêkirin polis bi operesyonekê bi ser mala wan de digirin û di 11’yê Tebaxa 2016’an de Rozerînê tê binçavkirin û dibin Emniyeta Mêrdînê. Rozerîn wê demê hîna 19 saliye û 9 rojan di lêpirsînê de dimîne. Her ku malbat qala van rojan dike rexmê ku ewqas buyerên dijwar derbas kirine jî deam tişta hatiye serê Rozerînê vedibêjin nikarin rondikên çavên xwe bigirin. Ji ber ku îşkenceya herî dijwar li Rozerînê hatiye kirin. Li gel îşkenceya zayendî ku li Rozerînê hatiye kirin wê tazî dikin û bi copan lê didin.  Piştî îfadeya Rojzerînê bi îşkenceyê digirin 10 sal û 9 meh ceza lê tê birîn û dişînin girtîgeha Mêrdînê.
 
11 mehan hat tecrîdkirin
 
Piştî 9 rojan Rozerînê sewkî girtîgeha Tîpa E ya Nîdeyê dikin. Li wir jî 11 mehan di nava hucreyek yek kesî de tê tecrîdkirin. Di vê navberê de jî bandorên îşkenceya lê hatiye kirin her ku diçe zêde  dibe. Malzaroya wê tê xwar û her roj êşa wê zêde dibe. Di heman demê de ji sedî 40 destê xwe jî nikare bi kar bîne. Rexmê daxwaznameyên wê ji bo tedawî û sewkirina girtîgehek din jî ev daswazên wê jî nayên bicihanîn. Malbata Rozerînê jî daxwaz dike ku keça wan bê tedawîkirin lê ev daxwaza wan jî nayê bichanîn. Rozerînê li Girtîgeha Nîdeyê bi êîrşên nijadperest re jî rûbi rû tê. Rozerînê di hevdîtina bi malbata xwe re dike dibêje ku ji bo sewka wê bê kirin divê 2 hezar TL bê dayîn û pitî wî pereyî wê sewkî Girtîgeha Şakrana Îzmîrê dikin. 
 
Li hemberî tecrîdê berxwedan
 
Di 7’ê Mijdara 2019’an de Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dest bi greva birçîbûndê ya bê dem û dorveger kir. Rozerîn bi vê armancê bi qasî 90 rojan di greva birçîbûnê de dimîne. Herwiha di çalekiyên greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de hatiye destpê kirin de ji cih digire.
 
 Li gorî agahiyên bijîşkên Rozerîn dan rewşa wê ya tendirustiyê her ku diçe giran dibe û pêwîste demlidest were tedavikirin. Ger ku zu neye tedavîkirin jî wê encamên giran ku vegera wan nebe derkevin holê. Lê bi israr  Rozerînê nayê tedavikirin û destur nayê dayîn ku malbat ji wê tedavî bike. Diya Rozerînê Şerîfe Kalkan, gumana xwe tîne ziman, dibêje ku ji ber kurd bûne ev bûyer hemû hatine serê wan û herî dawî têkildarê keça xwe wiha dibêje: “Buyerên ku bi serê keça min tê min xemgîn dikin. Lê tucarî serê me netewandiye. Em bi zarokên xwe serbilindin. Ewê tim li  ber xwe bidin.”