ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 2 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Rozerîn Kalkan a ku 5 sal e bi îdaya "Endama rêxistinê ye" hatiye girtin û îşkenceya zayendî lê hatiye kirin, yek ji mînakên tecrîda  girankirî ya li ser girtiyan e. Lê Rozerînê li dijî tecrîdê berxwedanek bê hempa daye. BI DÎMEN
 
*Hevserok û xwendekarên Zanîngeha Rojava derbarê Faklûteya raghandinê ya ku yekem car li beşê zanîngehê hatiye zêdekirin, dibêjin em ê bibin rojnemevanên pispor û rastiya civaka xwe ragihînin. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’a Tetwanê Sariya Yilmaz, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurd û got: "Ger ku em bixwazin ev sedsal bibe sedsala kurdan divê em yekitiya xwe pêk bînin. Di şertê îro de êdî yekitî şert e.” BI DÎMEN 
 
*Guler Denîz esnafa bazarê ye û di heman demê de jî hunermend e, di jiyana wê de huner û aborî di nav hev de ye. Gulerê da zanîn ku qadên xebatê parçeyek ji têkoşîna azadiya zayendê ye. BI DÎMEN
 
*Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner derbarê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku zarok pêşeroja vivakê ne û ji ber wê ew ê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê bi mijara ziman û zarok bidin meşandin.  DÎMEN HEYE 
 
*Du kurên Şadiye Hayme girtî ne û Şadiye banga qebûlkirina daxwazên girtiyan dike û dibêje: "Ez êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysun Çeper diyar kir ku êrîşa li hember jinekê li hember hemû jinan tê kirin û got parastina cewherî garantiya berdewamkirina jiyanê ye. Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî da zanîn ku parastina cewherî ji bo mafê jiyanê pêwist e. BI DÎMEN 
 
*Ew ê ji bo  Viyan Soran li Şehbayê çalakiya sînevizyonê bê lidarxistin. (13.00)
 
*Çalakiya bîranîna Viyan Soran dê li Qamişloyê û civîna ji bo bîranînê dê li Til Temirê saet di yazdehan de bê lidarxistin. (14.00)
 
*Dê ji bo salvegera Viyan Soran Kongreya Star li Helebê civînê li dar bixe. (12.00)