Têkoşer Viyan Soran li Hesekê hate bîranîn

  • 16:28 1 Sibat 2021
  • Rojane
HESEKÊ -TEV-DEM'ê bi boneya 15’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Viyan Soran ku li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anî, semîner da. 
 
Bi boneya 15’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Leyla Walî (Viyan Soran) ku di 2’ê Sibata 2006’an de li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anî û jiyana xwe ji dest da, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)semînerek orgenîze kir.  Semîner li Navenda TEV-DEM’ê ya taxa Til Hecer li bajarê Hesekê ji aliyê endama rêveberiyê ya Jin a TEV-DEM'ê Zeyneb Hebeş ve hate dayîn. Li gel endamên saziyê, nûnerên Kongreya Star, Yekîtiya Rewşembîran û Endamên Tevgera Çandê tevli Semînera hat dayîn bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Zeyneb behsa jiyana têkoşer Viyan Soran û rola wê di nava refên tevgera azdiyê de kir û wiha got: “Viyan jineke bi rûmet bû, li hember eşîran serî netewand û ji bo azadiya tevahî jinan xwedî rolek girîng bû. Dîlgirtina Rêber Apo û komplo qebûl nekir. Peyama têkoşer Viyan peyama azadiyê bû.”
 
Piştî axaftinê nameya têkoşer Viyan Soran ku li dû xwe hiştibû ji kesên tevli semînerê bûn re hat xwendin.
 
Semîner bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.