Şêniyên Mexmûrê 15'ê Sibatê şermezar kirin

  • 12:07 1 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê girseyî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Em ê 15'ê Sibatê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Heya ku azadiya Rêber Apo pêk were em ê her roj, kêlî bi kêlî bi hişmendiya Rêber Apo, li her qada jiyanê li ser piyan bin, di nava berxwedan û têkoşînê de bin."
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî şermezarkirin.Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê gelê wargehê çalakvan Firat Ûrek daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye: “Weke ku tê zanîn 22 sal beriya niha ango di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber Apo bi komployek navneteweyî ya ji dehan dewlatan, hêzên desthilatdar, noker û xayînan ve pêk dihat bi awayekî bêbextî dîl hat girtin. Em weke gelê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê di serî de van hêzên komploger yên ku kesayeta Rêber Apo de li hember gelê me, tevgera me û nunertiya hemdem ya nirxên mirovahiyê komploya 15 Sibatê 1999’an pêşxistin şermezar dikin. Di heman demê de em weke gelê Mexmûra berxwêdêr di kesayeta şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de tevahî şehîdên azadiyê bi mînettarî bi bîrtînin û sozê bicih anîna armanç û xeyalên şehîdên xwe dubare dikin.
 
Li dijî tunebûnê derket
 
Rêber Apo ji ciwantiya xwe heya niha yek kêlî be jî ji bo şexsê xwe jiyan nekiriye. Ji roja despêka têkoşîna xwe heya niha kêlî bi kêlî, nefes bi nefes têkoşîna hebûn, azadî û rumeta mirovahiyê di kesayeta Gelê Kurd de daye. Rêber Apo Gelê Kurd yê bi tunekirênê re rûbirû hatibû hîştin ji nû de zindî kir, hêz û hişmendî dayê. Rêber Apo di heman demê de bû çavkaniya azadiya jin, ciwan û gelên bindest jî. Jina ku bi hezaran salane weke kole dihat pelçiqandin, ciwanên ku bi her cure qeyd û bendên koletiya moderniteya kapîtalîst ve hatibûn girêdan û gelên bindest yên ji milê raman û beden ve hatibûn binaxkirin bi têkoşîna Rêber Apo re xwe naskirin û bûn yên xwe bi xwe ango ketin ser rêya azadiyê!
 
Komployekê bêbext û rûreş pêk hat 
 
Di serdema moderniteya kapîtalîst ya xwînmêj de Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bêhempa bû nunerê herî xurt yê nirxên moderniteya demokratîk. Îro êdî dost jî dijmîn jî baş fêm dikin ku Rêber Apo di kesayeta Gelê Kurd de têkoşîna rizgarkirina nirxên mirovahiyê dide û vê têkoşînê roj bi roj serdixe. Ji ber vê heqîqetê bi dehan dewlet û hêzên desthilatdar bûn yek û komployek bêbêxt û rûreş ya dîrokê de mînakek wê ya din nîne li hember Rêber Apo pêşxistin.
 
Li Îmraliyê pergala îşkenceyê...
 
Ev 22 sal in Rêber Apo bi tenê serê xwe di Girava Îmralî de dîl tê girtin. Rêber Apo bi raman û hişmendiya xwe dîsa bi têkoşîna xwe, bi rêxistina xwe, bi partiya xwe ango bi PKK'ê nirxên mirovahiyê ew qas mezin parastiye, bilind kiriye û nunertiya wê dike ku hêzên komploger ev bîst û du sal in wahşetek weke pergala îşkencê ya Îmraliyê li hember Rêber Apo didin meşandin. Hêzên komploger ji bo armanca xwe ser bixin ev 22 sal in ji Şamê heya Hewlêrê serî bi hezaran rê û rêbazên dijmirovî didin. Ji bo ku Rêber Apo binbixin dijminên herî dijberên hevû du jî yekîtiya xwe çêdikin, ji bêbextiyê heya îxaneta qewmê xwe serî her cûre rê, rêbaz, lîstok û gemariyê didin. Lê ev 22 sal in Rêber Apo bi tenê serê xwe Îmraliya weke tabutekî de li ber xwe dide û her ku diçe zêdetir serdikeve.
 
Dema dema azadiyê ye 
 
Komploya navnetewî ya ku bi dîlgirtina Rêber Apo armaç dikir di kesayeta Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike û wisa komkujiya kurd temam bike bi berxwedan û têkoşîna Rêber Apo êdî bin ketiye. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Îro êdî ji Kurdistanê heya Îngîlîztanê, ji Afrîka heya Ewrûpayê, ji Misrê heya Îtalya û Îspanyayê her derê yek deng bilind dibe û dibêje ‘Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye'.
 
Em jî weke gelê Wargeha Penaberan a Mexmûr carek din bangî tevahî şopdar û têkoşînvanên rumeta mirovahiyê dikin ku werin em deynê xwe li hember Rêber Apo zutirîn bidin û fîzîkî azadiya Rêber Apo demildest pêk bînin. Em baş dizanin ku Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e, azadiya gelên bindeste. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye û azadiya ciwana ne.
 
Em ê kêlî bi kêlî li ser piyan bin
 
Em carek din bibîr tînîn ku 'Em ê 15'ê Sibatê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin!' Heya ku azadiya Rêber Apo pêk were em ê weke gelê Mexmûrê ne tenê roja reş ango roja 15 Sibatê lê belê em ê her roj, her kêlî bi hişmendiya Rêber Apo, li her qada jiyanê li ser piyan bin, di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Em ê heya nefesa xwe ya dawî bi Rêber Apo bijîn. Bi vê boneyê em tevahî Gelê Kurd, dostên xwe, hêz û derdorên çep û demokrat, tevahî jin ciwan û gelên azadîxwez dawetê vê têkoşîna rumeta mirovahiyê ango têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Bijî Rêber APO’ û ‘Bimre komploya 15'ê Sibatê’ bi dawî bû.