ROJEVA 1'Ê SIBATA 2021'Ê
- 09:00 1 Sibat 2021
- Rojane
*Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Qamişloyê Behiya Mûrad qetilkirina jinan şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta tirk hertim bi riya qetilkirin, tecawizkirin û revandinê dixwaze jinan bê vîn bike. Lê jin stûna civakê ye." DÎMEN HEYE
*Çawişê pispor Aslan A. yê li Şirnexê li hemberî zarokekê êrişa zayendî pêk anîbû, bi sûcdariya “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” dê sibê yekemîn daneşîna doza wî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê bê dîtin.
*Mehmet Çoreşoglu ji doza Sûrê 48 sal ceza lê hatibû birîn. Dayika wî Kiymet Çoreşoglu diyar kir grevên birçîbûnê xesarên mezin li ser girtiyan dihêle û got: “Gelo li bende mirina zarokên me ne?” DÎMEN HEYE
*Jinan diyar kirin ku desthilatdariyê ji ser nasnameya kurdbûnê Ayşe Gokkan hedef girtiye û wiha gotin: “Bi girtina Ayşe Gokkan re dixwazin peyamê bidin hemû civakê. Ji jinên kurd ên ji Şoreşa Rojava re pêşengî kirine ditirsin. Lê em ê vê tirsa wan zêdetir bikin.” DÎMEN HEYE