Kongreya Star ji bo 15'ê Sibatê li Sirînê civîn li dar xist

  • 16:56 31 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi wesîleya salvegera komploya navnetewî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarokê Sirînê civîn li dar xist.
 
Bi wesîleya 22'yemîn salvegera komploya navnetewî  ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat û heta vê rojê bi tecrîdeke girankirî didome, Rêxstina Kongreya Star ya Herêma Firatê li bajarokê Sirînê civîn li dar xist. Di civîna ku li hola Çand û Hunerê hat lidarixistin bi dehan şêniyên bajarokê Sirînê, navçeya Qadiriyê, Remala, Çelebî, her wiha meclîs, komîn, hêzên ewlekariya hundirîn, partiyên siyasî û ciwan amede bûn.  Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Kongreya Star Leyla Ehmed behsa armanca komployê û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
'Bîrdoziya Rêber Apo zayîna mirovahiyê ye'
 
Leylayê di destpêkê de komplo nirxand û wiha got: "Komploya ku li dijî rêberê gelan 22 sal berê pêk hat, azadî û demokrasiyê armanc digire. Rêber Apo bi bîrdoziya xwe çand, rastî, nasname û hebûna civakan nûjen kir.  Her wiha tevahî pêkhate, zayend netew  û ol bê cudahî hembêz kir. Hêzên hegemonîk dixwazin ku em hertim di nava şer û pevçûnên siyasî, çandî û mezhebî de bin, ji ber vê bi komploya li ser Rêber Apo re, şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kir."
 
'Me naveroka komployê vala derxist'
 
Leylayê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilat Sûriyê komplo vala derxistin û wiha pê de çû: "Rêber Apo bi bîrdoziya xwe ji bo hêzên serdest û hegemonîk bersiv bû. Ji ber vê hêzên ku komplo çêkirin fikirîn ku kampîtalîzim bi serket û sosyolîzim bin ket. Lê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û avakirina Rêveberiya Xweser ku felsefeya birêz Abdullah Ocalan çavkaniya wê ye, me naveroka komployê vala derxist. Me weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê netewa demokratîk, yekîtiya gelan bingeh girt. Me bi hevgirtinê, dîroka xwe ya resen zindî kir û em dibêjin na ji  nijadperestî, hevdukuştin û hişmendiya desthilatdar e, erê ji azadî, demokrasî û yekîtiyê re."
 
Civîn bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bimre komplo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.