'Rêjîma Sûriyeyê riya diyalogê napejirîne'

  • 16:37 31 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda hacî 
 
HESEKÊ - Şêwermenda Meclîsa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka, da zanîn ku çekdarên Dîfaa El-Wetenî  yên bi ser Rêjîma BAAS’ê ve li dijî pirojeya Netewa Demokratîk siyasetekê didin meşandin û dixwazin aloziyên heyî kûrtir bikin.
 
Hêzên Dîfaa El-Wetenî yên bi ser Rêjîma BAAS’ê ve, îro di saetên nîvro de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş), kirin. Ji bo ku di navbera Hêzên Ewlekariyê û endamên Dîfaa El-Wetenî de şer dernekeve, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) bersîva êrîşê nedane.Têkildarî vê mijarê Şêwermenda Meclîsa  Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka li ser vê rewşa tevlîheviyê nirxandin kir û ji me re parve kir. 
 
'Dixwazin derbeyekê li projeya netewa demokratîk bixin'
 
Zeynebê wiha got:“Rêjîma BAAS’ê pêdîviyên jiyanî û tenduristîyê li ser Kampa Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dijîn qut kiriye. Şêniyên Efrînê ji ber topebarana dewleta tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûn, îro jî di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Di kampê de zarok, kal û jin dijîn, ev dorpêç mafê mirovan bin pê dike. Ji ber wê jî li Qamişlo û Hesekê beriya demeke kurt tengazyara ewlehî  li ser bendên rêjîmê hate danîn. Çekdarên Dîfaa El-Wetenî dixwazin tevliheviyê derxînin pêş û derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bixin.”
 
'Rêjîma Sûriyeyê riya diyalogê napejirîne'
 
Zeynebê bal kişand ser aloziyê ku mirov di nav de dijî û wiha domand: “Ev demeke Rêjîma Sûriyê ard li ser 21 firneyê nan ên sivîlan li Hesekê qut kiriye.  Loma di Kantona Hesekê de aloziyeke nan derkete pêş. Ev yek jî siyaseteke qirêj e û li dijî gelê herêmê tê meşandin, her wiha lîstokeke ji destê hêzên derve tê pêşxistin. Pêwist e Rêjîma Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re rûnin û pirsgirêkên xwe bi riya diyalogan çareser bikin.  Ji ber niha sivîl di ortê de dibin qurbaniya van pevçûnan. Lê Rêjîma Sûriyê riya diyalogan jî napejrîne.”
 
'Mafê me yê xweparstinê heye'
 
Zeynebê da zanîn ku dewleta tirk  Sûriyê dagir kir û Rêjîma Sûriyê li hember dagirkeriyê bêdeng ma û wiha pê de çû: ”Dema îro dewleta tirk a dagirker bajaran ji Sûriyê dagir dike û rêjîm parastina xaka xwe nake, tê wateye ku bi riya hin hevpeymanên veşartî  re li hev kirine. Rêjîma Sûriyê di siyastên xwe  de dixwaze gel li dijî Rêveberiya Xweser rake. Lê  gelê me gihaştiye wê astê ku baweriya wan bi rêvebriya wan tê û rêveberî îradeya  hemû pêkhateyan temsîl dike. Di dawiyê de ez dixwazim bêjim, em ne daxwazê şer in û em êrîşî tu kesî jî nakin, lê mafê me yê xweparstinê heye .”