Berxwedana ji bo xwedîderketina li asayîşê didome

  • 10:39 31 Çile 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya şêniyên Şengalê ku bi armanca piştgiriya Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 61’ê de berdewam dike. Şêniyên Şengalê diyarkirin ku divê tevahî êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.
 
Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
 
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 61’ê de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
 
Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.