'Li dijî gef û planên qirêj yekîtiya kurdan bersiva herî xurt e'

  • 10:30 31 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku gefên dewleta tirk ên li ser Şengal û Dêrikê hewldana planên qirkirinê yên qonaxeke nû ne û wiha got:"Li dijî gef û planên qirêj yekîtiya kurdan bersiva herî xurt e."
 
Piştî serdana dawiyê ya Wezîrê Parastinê yê dewleta tirk a li Bexda û Hewlerê û hevdîtina wî ya bi berpirsên wê derê re, dewleta tirk gefên nû li Şengalê  û herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê xwar. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
'Dewleta tirk hewl dide desthilatdariya Osmanî zindî bike'
 
Rîmayê da zanîn ku gefên li ser herêmê komplo û planeke nû ji aliyê dewleta tirk ve nîşan dide û wiha pê de çû: "Armanca dewleta tirk îradeya gelên herêmê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bişkîne, projeya netewa demokratîk têk bibe û gelên herêmê parçe bike. Her wiha dixwazin bi van gefan tirsekê bikin dilê gelê herêmê, ji ber ku dewleta tirk niha şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne. Dewleta tirk bi lihevkirina bi hin aliyên kurdî re hewl dide tevahî xaka Kurdistanê dagir bike û desthilatdariya Osmanî zindî bike."
 
'Armanca wan tunekirina deskeftiyên kurda ye'
 
Rîmayê destnîşan kir ku armanca dewleta tirk a gefên li ser Şengalê qirkirina kurda ye û ev tişt got: "Dewleta tirk hewl dide hêzên li herêmê razî bike da ku destekê ji wan bigire. Em êrîşa li ser Şengalê dûrî texmînan nabînin, eger Erdogan erêkirinekê ji dewleta Iraqê negire ew ê nikaribe êrîşî Şengalê bike û eger Iraq daxwaza dewleta tirk erê bike, ew ê şaştiyek mezin di derheqê gelê herêmê û deskeftiyên kurdan de bike. Dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê gefan li Şengalê dixwe, lê cîhan tevahî dizane ku niha hêza Şengalê YJŞ,YBŞ Şengalê diparêzin.  Her wisa li Dêrikê jî Hêzên Sûriya Demokratik ku zarokên Rojavayê Kurdistanê  ne ji bo parastina xaka xwe ya ji dagirkeriyê  herêmên xwe diparêzin. Lê di rastiyê de armanca dewleta tirk  tunekirina destkeftiyên Kurdan e."
 
'Li dijî gef û planên qirêj yekîtiya kurdan bersiva herî xurt e'
 
Rîmayê di dawiyê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya hêzên kurdî ya li hember van planan û wiha bi dawî kir: "Tunebûna yekîtiyê derfetê dide dewleta tirk ku destên xwe dirêj bike û destwerdana karûbarên hundirîn bike. Banga me ji bo hemû partiyên kurdî ku li hember dijmin bisekinin, ji ber li dijî gef û planên qirêj yekîtiya kurdan bersiva herî xurt e."