Pakîstan Bîlen: CPT li gorî berjewendiyan tev digere

  • 09:09 31 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, diyar kir ku ev kiryarên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî qanûnê ye û got: "Çend CPT diyar kiribû ku kiryarên li ser Rêber Apo li dijî qanûnê ye û pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Lê hefteya borî CPT neçû serdana Îmraliyê. Ev nêzîkatî nîşan dide ku her tişt ji bo berjewendiyan pêk tê." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi Komployeke Navneteweyî dîl hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Ev 22 sal in Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide. Her roja ku derbas dibe jî tecrîd bêtir tê girankirin. Li dijî tecrîdê Gelê Kurd di nava çalakiyan de ne. Li girtîgehên Tirkiye û herêmê 27'ê mijdara 2020'an greva birçîbûnê hat destpêkirin. Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18'ê kanûna 2020'an greva birçûbûnê hat destpêkirin. Derbarê tecrîdê de hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Pakîstan Bîlen ji ajansa me re axivî.
 
'Bi qirkiriniê re rûbirû ne'
 
Pakîstanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd û got: “Dema ku em li rastiya dîroka Kurdistanê meze bikin, dîrokekî bi berxwedan û têkoşîn e û heta îro jî berdewam dike. Ji bo wê jî em weke Gelê Kurd heta ku em bighêjin serkeftinê em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Di dîrokê de Gelê Kurd her dem bûne xwediyê serhildanên mezin, bi rêya van serhildanên dîrokî xwestine destkeftiyên xwe biparêzin û gelên bindest re bibin hêviya azadiyê. Bê guman her serhildanê ku derketiye ji aliyê hêzên desthiladar ve bi êrîş, qirkirina çandî û tune kirinê re rûbirû mane. Li ser vê esasê jî tevahî hewldanên me ew e ku em bikaribin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Her wiha Kurdistana ku kirine çar parçe bikin yek hêz û yek îrade. Bi têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd wê sedsala 21’an bibe sedsala yek girtina gelan û bi taybetî jî bibe yekitiya Gelê Kurd. Ji bo wê jî pêwîste têkoşîna me li ser wê esasê be da ku em azadiya rêberê xwe bi dest dixin.” 
 
‘Fikrê Rêber Apo xeter dibînin’
 
Pakîstanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: “Her cara ku parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan dikin, bi hincetên cuda serlêdan tên redkirin. Ev yek di destûr û zagonên tu dewletan de tuneye, lê belê îro dewleta tirk zagonên xwe bin pê dike. Dewleta tirk tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ne tenê dewleta tirk hemû dewletên din jî di vê mijarê de hevkarin. Tiştê ku li hemberî rêberê me tê kirin ne qanûniye tenê li gorî berjewendiya ne. Em dikarin bêjin ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê li ser rêberê me pêk hatî, bi hevkariya Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê pêk hat. Fikirê rêberê me fikreke gerdûniye, pergala desthilatdar vê yekê ji bo xwe weke xetereyek mezin dibîne. Ji bo vê yekê jî her roja ku derbas dibe tecrîdê li ser rêberê me giran dikin û nahêlin ku bi tu awayî hevdîtin bi rêberê me re pêk bê. Weke CPT jî diyar kiribû û rapora ku ji aliyê parêzeran ve jî hatiye dibêje ev kiryarên ku li ser Rêber Apo tê meşandin li dijî qanûnê ye, lê ligel vê jî pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Di hefteya derbas bûyî de CPT çû Tirkiyeyê lê tenê neçû Îmraliyê, ev careke din îsbat dike ku her tiştî tenê ji bo berjewendiyan pêk tê. Hemû mafên rêberê me li Îmrahiyê hatiye îhlalkirin."
 
‘Em ê çalakiyên xwe bidomînin'
 
Pakîstanê da zanîn ku pêwîste her kes xwedî li pêngava "Dem dema azadiyê ye" derkeve û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Bi îlankirina pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li her deverê Kurdistanê û li derveyî welat çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê tecrîd bê şikandin. Li ser vê esasê li her deverê ev çalakî berdewam dikin. Êdî ne tenê Gelê Kurd xwedî li vê pêngavê derdikevin, kesên rewşenbîr û navdar jî alîgirê vê pêngavê ne. Êdî her kes dizane ku fikir û ramanên rêbertiyê ji bo hemû gelan feyde ye. Ji bo vê yekê jî li Efrîka û Misrê jî ji bo azadiya Rêber Apo kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin. Her wiha girtiyên siyasî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 27’ê mijdara 2020'an de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ev çalakiyên grevên birçîbûnê li her deverê cîhanê belav dibe û bandorekê mezin kir. Heta ku em wê tecrîda girankirî neşkînin û rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî rizgar nekin wê çalakiyên me jî berdewam bikin.” 
 
‘Jin pêşengên şoreşê ne’
 
Pakîstanê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev tecrîda heyî bê rakirin roleke sereke dikeve ser milê jinan. Heta niha tu şoreş weke şoreşa me çênebûye bi taybet di aliyê jinan de. Di nava hemû şoreşan de jin rola pêşeng lîstîne û bi taybetî jî jinên kurd. Rêbertî dibêje ‘eger kes nebe min azad bike, wê jin min azad bike’. Mirov dikare têkoşîn û îradeya heyî ya jinan hîn mezintir bike. Em dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin û bikaribin tecrîda giran kiri bişkînin. Ji bo wê jî em weke jin bikaribin pêşengtiya pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ re bikin û bi giştî weke Gelê Kurd bikaribin bibin bersiv ji bo tevahî gelan.”