Malbata girtî: CPT û hêzên Ewropayê hevkariya vê zilmê ne

  • 09:01 31 Çile 2021
  • Rojane
Safiye Alagaş - Sema Çaglak
 
AMED -  Xwişka Îhsan Ugur ê girtî, Raîfe Ergul diyar kir ku ew çiqas bêdeng bimînin ewqas zilmê dikin û got: "CPT û Ewropa li hemberî girtîgehan bêdeng dimîne. Tirkiyê ji helwesta CPT cesaretê digire. Hemû hêzên Ewropayê hevkariya vê zilmê ne. Heke CPT bêdeng nemîne ew zext û zordarî jî pêk nayên." 
 
Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Têkîldarî mijarê xizmên girtiyan banga hestiyariyê dikin. Her wiha zextên li hemberî girtiyan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. 
 
Yek ji wan girtiyan, hevşaredarê navçeya Xîzana Bedlîsê Îhsan Ugur di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da destpêkirin de, di 14’ê kanûna 2016’an de hat binçavkirin û di 21’ê kanûna 2016’an de jî hatibû girtin e. Xwişka Îhsan, Raîfe Ergul wiha dibêje: “Em çiqas bêdeng bimînin, ewqas zilm li me dikin." 
 
‘Ne tenê li ser girtiyan, li ser malbatên wan jî zilmê dikin’
 
Raîfeyê di destpêka axaftina wiha behsa Îhsan kir: "Pir dixebitiya hertim di nav çalakiyan de bû, ji bo mafê gelê xwe têdikoşiya. Lê têkoşîn û xebatên wî hedef hat girtin. Birayê min, 2 salan li girtgeha Tîpa D ya Amedê de ma û piştre wî xistin girtîgeha tîpa F ya Ewlehiya Bilind. Li wir jî zilm û tehde li wan kirin, her wiha wî xistin hucreyê. Ji xwe girtî di bin destê wan de ne. Çima ew zilmê dikin, ew zilm û tehde ne tenê li ser girtiyan e, di heman demê de li ser malbatên wan jî dikin. Sûcê girtiyan çi ye ku ev bi sal ne di bin zilmê de ne."
 
‘Girtî, moralên xwe baş digirin’
 
Raîfe diyar kir ku çalakiya grevên birçîbûnê her ku diçe mezintir dibe û wiha pêdê çû: “Lê belê dîsa jî girtî tevî van zext û zordariyan moralên xwe baş digirin û têkoşînek bêhempa didin. Baweriyek zêde bi wan re heye. Ew li pey doza xwe ne û dê heta dawiyê jî li pey doza xwe de bin. Em diçin gel wan ew moralê didin me. Niha li zindanan grev belav bûye. Ew jî dema ku li me digerin banga xwedî derketinê dikin û dibêjin bila çalakiya wan bixin rojevê.”
 
‘Ew li hundir em jî li derve têbikoşin’
 
Raîfe berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku çiqas sazî û dezgehên sîvîl hebin divê bibin dengê çalakiya girtiyan û wiha axivî: “Hêviya me ew e ku bila ew çalakî bigihêje armanca xwe. Bila weke cardin nebe. Divê çiqas sazî û dezgehên me hebe, guhên wan di zindanan de be. Divê hemû kurd rabin li ser piyan ku cenaze ji girtîgehan dernekevin. Her wiha divê dengê çalakiya girtiyan ji aliyê destîlatdarê jî bê bihistin. Em wek dayikên laçikspî cara ewilî zêde zext û zilmê dît. Li dayikan xistin lê tevî wan tundiyan me dev ji çalakiya xwe bernedabû. Divê hemû dayikên kurd rabin ser piyên xwe. Di destê girtiyan de tenê canê wan heye lê em li derve ne, derfetên me êdî zêde ne. Bila pêşêngtiya vê greve bê kirin. Em zarokên xwe ji vê zilmê xelas bikin.”
 
‘Em çiqas bêdeng bimînin, ewqas zilm li ser me tê kirin’
 
Raîfeyê dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîdê û wiha got: “CPT û Ewropayê ev tecrîda li ser girtîgehan re bêdeng dimîne, lewra Tirkiyê zêdetir asta tecrîdê zêdetir dike. Tirkiyê ji helwesta CPT cesaretê digire. Heke CPT rastiyan bianiya ziman û li vê zilmê re bêdeng nema ya ew ê zext û zordarî jî çênedibû. Lewra hemû hêzên Ewropayê hevkariya vê zilmê ne. Li ser kurdan çi bê kirin, cîhan kor û lal dibe. Banga min ji gelê me re ye, em çiqas bêdeng bimînin ewqas zilm li ser me tê kirin. Loma divê em bibin dengê girtiyan û li pey doza xwe bibin.”