ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 31 Çile 2021
  • Rojev
* Xwişka Îhsan Ugur ê girtî, Raîfe Ergul diyar kir ku ew çiqas bêdeng bimînin ewqas zilmê dikin û got: "CPT û Ewropa li hemberî girtîgehan bêdeng dimîne. Tirkiyê ji helwesta CPT cesaretê digire. Hemû hêzên Ewropayê hevkariya vê zilmê ne. Heke CPT bêdeng nemîne ew zext û zordarî jî pêk nayên."  BI DÎMEN 
 
*Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger têkildarî qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Seda Feysel  El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve wiha got:"Destdirêjiya li ser jinan û şêwaza qetilkirinê, kîna hêzên desthilatdar a li dijî jinê nîşan dide. " BI DÎMEN 
 
*Sakîne Kuday a ku 75 salî di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin û di 14 saliya xwe de ji zarok aniye dinê. Dayika 9 zarokan Sakîne heta îro jî hem li hemberî serdestiya malbatê û hem jî li hemberî serdestiya dewletê di nava têkoşînê de bû. Ji bo Sakîneyê her êrîş bi xwe re serhildaneke nû diafirîne. BI DÎMEN 
 
*Hat diyarkirin ku Mîzgîn Çîçek ya ku hîna cezayê wê nehatiye erêkirin, poşmanî lê hatiye ferzkirin. Bavê wê Mîrzeydîn Çîçek wiha got: “Ev tişta tê ferzkirin dijehlaqî ye. Bi qanûna poşmaniyê re armanc dikin ku înfaza zarokên me bişewitînin û zêdetir girtî bihêlin.” Mîrzeydîn ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê li rayagiştî kir. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, diyar kir ku ev kiryarên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî qanûnê ye û got: "Çend CPT diyar kiribû ku kiryarên li ser Rêber Apo li dijî qanûnê ye û pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Lê hefteya borî CPT neçû serdana Îmraliyê. Ev nêzîkatî nîşan dide ku her tişt ji bo berjewendiyan pêk tê."  BI DÎMEN 
 
*Tîjen Taki 17 sale li Kelehê dukana wê ya alavên diyariyê heye. Tîjenê got ji ber krîza aborî ji du dukanên xwe yek girtiye û 4 xebatkar jî ji kar derxistiye. Tîjenê wiha got: “Dibêjin xwe bijdînin, gelo em ê heta ku xwe bijdînin. Em êdî nikarin hewcedariyên jiyanê yên asgarî jî peyda bikin. Em kaxiz û pênûsê digirin destê xwe di alî matematîkê de em jê dernakevin.” BI DÎMEN 
 
*Kongreya Star li ser 15'ê sibatê li bajarokê Şirînê bi sê zimanan civînê li dar dixe (14.00)