Li girtîgeha Tarsusê binpêkirinên mafan bi dawî nabin

  • 08:49 31 Çile 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji girtiyên li girtîgeha Tarsusê ya Tîpa T Nurcan Aslan a bi telefonê bi malbata xwe re axivî diyar kir kir ku li girtîgehê li gel demsala çile ava germ nayê berdan û karolîfer jî nayên pêxistin. 
 
Roj derbaz nabe ku em bi pirsgirêk û binpêkirina mafan a li girtîigehan re rû bi rû nemînin. Nurcan Aslan a di girtîgeha Tîpa T a Sergirtî ya Tarsusa Mêrsinê de dimîne di axaftina bi riya telefonê bi malbata xwe re kiriye de pirsgirêkên li girtîgehê dijîn parvekir. Nurcanê di axaftina xwe de diyar kir ku ava germ nayê dayîn, kalurufer nayên pêxistin û ew bi rojane ji ber sermayê zahmetiyan dikişînin.  Nurcanê anî ziman ku ew bi ava sar xwe dişon û bi şev nikarin ji serma rakevin
 
Malbata Nurcan bertek nîşanî vê helwestê da, anî ziman ku ew êdî naxwazin agahiyên bi vî rengî ji girtiyan bibihîzin û ev tişt got, " Di pêvajoya pandemiyê de ew ê bi nexweşiyên giran ango bi şewbê bikevin em ji rewşa girtiyan bi gûman in."