Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê 44 roj in didome

  • 15:40 30 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro bi koma 22’emîn re dewam dike. Çalakî 44 roj in didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 44’an de dewam dike. 
 
Îro şêniyên wargehê bi awayekî girseyî çûn serlêdana çalakvanan û li ser navê şêniyên wargehê Helîm Bulut axivî û got: “Em di serî de ji bo we serkeftinê dixwezin. Ev greva hatî destpêkirin di serî de em Rêber Apo û tevahî girtiyên azadiyê pîroz dikin. Îro roja hevgirtinê ye û roja yekîtiya Gelê Kurd û tevahî gelan e. Ji bo wê jî pêwîste her yek ji me bi rol û berpirsiyariya xwe rabe. Em bikarin serokê xwe û xwe azad bikin û bi serokê xwe re rojên azad jiyan bikin. Em dubare ji hemû çalakvanan re serkeftinê dixwezin.”
 
Li ser navê çalakvanan jî Çîdem Sipêrtî jî wiha axivî: “Di serî de em bi xêr hatina gelê xwe dikin. Weke ku tê zanîn Rêber Apo bi salan e hatiye dîl girtin ji aliyê hêzên desthiladar. Em jî weke ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku Rêbertî dibêje ‘me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi dawî bikin’ bi ruhê xwe yê ciwantiyê jî tevlî vê çalakiyê bûne. Heta ku em azadiya rêbertiya xwe pêk bînin em ê çalakiyên xwe bidomînin."