3 kesên do li Êlihê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

  • 14:56 30 Çile 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Di dema meşa ji bo yekîtiya neteweyî ya li Batmanê de 26 kes hatibûn binaçavkirin. Ji 26 kesên hatibûn binçavkirin 3 jê serbest hatin berdan. 
 
Do bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê hat xwestin meşa ji bo yekîtiya neteweyî bê lidarxistin. Lê belê polîsan êrişî gelê xwest bimeşe kirin. Di êrişan de polîsan li gelek kesan dan û gelek kes jî hatin binçavkirin. 26 kes do hatin binçavkirin Tevî êrişan dîsa jî meş pêk hat û peyaman yekîtiya neteweyî hat dayin. 
 
Ji 26 kesên hatin binçavkirin 6 jê zarok bûn. 3 kesên bi navê Besna Turkmen, Kezban Kuday û yê ji mejî astengdar e Hasan Erdem piştî îfadeya li Muduriyeta Emniyetê hatin berdan. 
 
Navên din ên di bin çavan de ne wiha ne: Taybet Tatli, Seyhan Erener, Abdi Onur Çakir, Berfin Can, Halide Keser, Bermal Can, Leyla Bayram, Veysi Sarıtak, Aycan Dayanan, Mehmet Acar, Şiyar Koç, Emine Kaya, Suzan Aşkin, Gulistan Yılmaz, Ferhat Kalkan, Diyar Acar, Zekeriya Aşkın, Delil Urek, Sezgin Yavuz, Nuran Acar û 3 kesên navên wan nehat hînbûn.