Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar û Ebûbekir pirsîn

  • 14:32 30 Çile 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe li dar xistin û bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebubekir Denîz. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 827’an de çalakiya xwe ya hefteyî berdewam kirin. Mirovên aştiyê ji ber qedexeyên kolanê dîsa li ser medya civakî daxuyanî dan. Mirovên şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Denîz û aqûbeta wan pirsî. 
 
'Faîl diyar in'
 
Ewil bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş, anî ziman ku dema kurê wî hat revandin, Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiya bû û wiha got: “Me li dadgehan doz vekir. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo aqûbeta kurê xwe têbikoşin. Em dozdarê vê yekê ne em dest jê bernadin. Faîl diyar in. Yekemîn kesê berpirsiyar Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz e. 
  
Dayika Serdar Taniş Rabia Taniş jî anî ziman ku 20 sal in li kurê xwe digere û wiha got: "20 sal berê kurê min binçav kirin û wihda kirin. Em 20 sal in agahî jê nagirin. Em dest ji lêgerîn û doza kurê xwe bernadin."
 
'100 sal jî derbas be em ê têbikoşin'
 
Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş jî anî ziman ku dema bavê wî windakirin, ew 1 salî bû û wiha got: "20 sal in ez li bav û xalê xwe digerim. 20 sal di ser windakirinê re derbas bû. Lê heta niha me tu agahî der barê wan de negirtiye. 20 sal in ji bo aqûbeta bav û xalê min bê ronîkirin û kujer bên darizandin em têdikoşin. 100 sal jî biborin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Hem bira û hem jî parêzerê Serdar Taniş Hakim Taniş jî anî ziman ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê dosyayê de biryar da û wiha got: "DMME'ê Tirkiye mahkûm kir. Lê Tirkiyeyê taliyê der barê dosyayê de biryara neşopandinê da. Her çend ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Deniz bêjin faîl nediyar in jî, di rastiya xwe de faîl diyar in." 
 
'Ez 20 salan li hêviya bavê xwe me'
 
Keça Ebubekir Denîz Ceylan Denîz jî anî ziman ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bû û wiha got: "20 sal in em li bavê xwe digerin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Dema bavê min binçav kirin ez 5 salî bûm. Her roj bi xeyala bavê min dê rojekê vegere dijîm. Ez bi hesreta bavê xwe mezin bûm. Mafê her kesan ê jiyanê heye. 20 sal in şev û roj li hêviya bavê xwe me. Em dest ji lêgerîna bavê xwe bernadin." 
 
'Em ê lêgerîna xwe bidomînin 
 
Çalakvana Dayikên Şemiyê Hulya Demir Duru jî daxuyanî xwend û anî ziman ku her çend li gori Destûra Bingehîn Tirkiye dewleta hiqûqê be jî lê tu carî Tirkiye nebûye dewleta hiqûqê. Hulya bal kişand ser çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz wiha bi dawî kir: "Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz digot 'Ez tu carî destûr nadin HADEP li sîlopiyê avahiyê veke. Dîsa Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîlopiyê Suleyman Can gef li wan xwarin. Li gel hemû zext û tundiyê di 3'yê çileya 2001'an de li Sîlopiyê rêxistina HADEP'ê vekirin. Serdar Taniş bû Serokê Rêxistina HADEP'ê. Ebûbekîr Denîz jî bû sekreterê rêxistinê. Piştre di 25'ê çileya 2001'an de binçav kirin û winda kirin. Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopî bi telefonê bang li Serdar Taniş kir û xwest biçin îfade bidin. Lê piştî çûn îfade dan carek din agahî ji wan nehat girtin. 
 
Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Serdar Taniş, Ebubekir Denîz û hemû windayan lêgerîna xwe her dem berdewam bikin."