'Divê em bi yekîtiyê rê li ber polîtîkayên qirkirinê bigirin'

  • 12:55 30 Çile 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ - Îro bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi armaca şermezarkirina  gefên dewleta tirk ên li ser Şengal û Dêrikê, meşiyan.
 
Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlusî Akar a li Hewlêr û Îraqê, Erdogan gefên nû ji bo Şengal û Dêrikê xwar. Wekî tê zanîn jî berî niha gef li ser Şengalê jî hatibû xwarin. Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser Şengal û Dêrikê, şêniyên navçeya Til Temirê yê Kantona Hesekê, bi kurd, ereb û aşûriyên meşek li dar xistin. Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir, li dawiya kolana Filestîn a navçeyê rawestiya. 
 
'Divê em yekîtiyê rê li ber polîtîkayên qirkirinê bigirin'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê. Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xelîl Osman axivî û girîngiya yekîtiya kurdî wiha vegot: "Ji ber ku jiyaneke azad û bi rûmet ji desthilata Erdogan re dibe tirs û derd, dixwaze gelê ku ji bo wê jî têkoşîn dikin wan qir bike. Pêwîst e ku Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê li hember dagirker û faşîzmê rabin ser piyan. Armanca dewleta tirk a gefên herî dawî dagirkirin û teslîmkariya gel e, lê gel teslîm nabe, li hember êrîşan wê li berxwe bidin. Bi yekîtiyê em ê bikaribin rê li ber gelek komkujyan bigirin. Em bendewarê tu kesî ango hêzên ku wê me xilas bike nemînin, divê ku em bi xwe yekîtiya xwe ava bikin û rê li ber polîtîkayên qirkirinê bigirin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.