Bi stranên xwe piştgirî dan çalakiya xwedîderketina li asayîşê

  • 11:38 30 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Xelkê Şengalê bi serdanên xwe xwedî li çalakiya bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" derdikevin. Endamên Çand û Hunerê ya Çiyayê Şengalê bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.   
 
60 roj in bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" li ber Navenda Asayîşa Şengalê, berxwedana xelkê didome. Çalakiya ku bi serdanan didomin her roj bernameyek cuda tê li darxistin. Di bernameyan de li ser pêvajoyê nîqaş tên kirin û plansaziyên cuda tên derxistin. 
 
Îro jî endamên Çand û Hunerê ya Çiyayê Şengalê çûn serdana konê. Li vir bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.