Li girtîgehan bi nijadperestî êrîş dikin û girtiyan îşkence dikin!

  • 09:06 30 Çile 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Şukran Engîn ya ku kurê wê Faruq Engînê di girtîgeha tîpa T ya Osmaniyê de tê girtin bertek nîşanî êrîşên nijadperest û binpêkinên mafan ku di girtîgehan de tên kirin da û got: “Zarokên me di nava çar dîwaran de, di bin tecrîdê de ne û tên îşkencekirin. Birînên wan nayên dermankirin û dema ku bi telefonê van binpêkirinan tînin ziman jî tên cezakirin." 
 
Li girtîgehan herçend ku li dijî tecrît û binpêkirinên mafan çalekiyên greva birçîbûnê tên destpêkirin jî dewleta tirk îşkence û tecrîta girankirî di asta herî jor de berdewam dike. Di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş ku ji wan bi sedan rewşa wan giran e heye. Li cihê ku ev girtî bên berdan bên berdan îşkence li wan tê kirin.
 
Ji van girtiyên ku nayên dermankirin yek jê jî Mehmet Faruq Engîn (33) ku di pêvajoya şerê xweseriyê de li Nisêbînê dev ji mala xwe bernada ye ye. Faruq di 21’ê Gulana 2016’an de bi îdaya tevli şer bûye hat girtin û kiribûn girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.  Farkuk Piştre sirgûnî Girtîgeha T ya Osmaniyê hatiye kirin. Faruk bi rêya malbata xwe bi caran diyar kiriye ku ji roja hatiye girtin heta niha îşkence lê hatiye kirin û hatiye tecrîdkirin.  Faruk û bi dehan hevalên xwe yên ku ew jî wekî wî  birîndarin nayên dermankriin.  
 
‘Ji bo birîna min êşbirê jî nadin’
 
Dayika Faruk Şukran Engîn têkildarê binpêkirina mafan a di girtîgehan de bi ajansa me re axivî û got: “Zarokên me bi awayek bê hiqûq hatin girtin. Ev bê hiqûqî ne bes bû wan sirgun dikin, îşkence li wan dikin û ji hemû mafên xwe tên durxistin. Ev nêzî 5 sala ye kurê min hatiye girtin. Rexmê ku bê suc e û nexweşe ji nayê berdan. Birîna wî jî derman nakin. Kurê min digot ku êşbirê jî nadin wan. Ev gotin çiqa jan dide me hun dizanin. Kurê min hêdî hêdî dihele û tiştek ji destê min nayê. Ev min ji birîndar dike.”
 
‘Gelo dixwazin wan qetil bikin’
 
Şukran wiha berdewam kir: “Bi zanebûn êrîşî girtiyan dikin. Di nava çar dîwaran de, di bin tecrîdê tên îşkencekirin. Tundiya fîzikî, derûnî li wan tê kirin dikin. Xwarin û vexwarinên qirêj ku dibêjin di nava wan de her tişt derdikevin didin girtiyan. Li kantînan ji bihayê xwarekê giran kirine û wan bi vî rengî neçarî xwarinên xwe yên qirêj dikin. Girtiyên nexweş ku rewşa wan ya taybet divê li ber çavan were girtin bêhtir ev nêzîkatî li hember wan tên nîşandan. Gelo dixwazin wan qetil bikin. Em ji rewşa zarokên xwe bi guman in.”
 
‘Axaftina bi telefonê tê qutkirin’
 
Şuranê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zahmetiyên hevdîtina bi telefonê û wiha got: “Ya herî giran ji ev e ku zarokên me bi telefonê jî nikarin êdî bahsa xwe bikin. Ger hinek ji qala rewşa xwe ya girtîgehê bikin tên cezakirin. Ango ji bo ku berdewam neke telefon tê qutkirin. Di axaftinek ya me bi  faruq re behsa xwarinê kir, yekser telefon girtin û axaftina me betal kirin. Çend caran ev rewş hatiye serê me. Ji ber ku kurê min li sirgûnê ye em her gavê nikarin biçin hevdîtina.  Bi telefonê ji em neaxivn sebra min nayê. Ji ber vê sedemê jî dema ez dibêjim hun çawa ne dibêje ‘weke ku tu zanî’ Weke ez dizanim xerab e rewş.”
 
‘Cihê wan ne girtîgeh e’
 
Şukranê herî dawî wiha axivî: “Nexweşiya Faruq ji ber birîna wî nehat dermankirin her ku diçe ber bi giranbunê ve diçe. Êdî nikare li ser lingê xwe raweste û bi wê birînê hemû canê wî diêşe. Me bi dehan caran daxwazname da ku wî bibin nexweşxanê lê bersîv nedan me. Me ji bo rewşa wî ya dûr jî daxwazname da lê ji wê jî me tu encam negirt. Ez ji vir jî bang dikim ku bila daxwaza me were cih û girtî tev de rewşa wan li ber çavan were girtin. Cihê wan nexweşan ne girtîgeh e.”
 
‘Êdî bes e’
 
Şukranê herî dawî wiha bang kir: “Îro li dijî van bêmafiyan girtî di greva biçîbûnê de ne. Bi hezaran girtî canê xwe didin ber mirinê. Divê em wan tenê nehêlin. Divê em li vir bibin dengê wan. Ji bo girtîgeh nebin goristan divê her kes rabe ser piyan. Ez bang li hemû dayikan, ciwanan û berpirsyaran jî dikim. Ez bang li gel dikim û dibêjim Rabin û bêjin êdî bes e.”