'Bi girtina Ayşeyê nikarin hêza jinê bişkînin'

  • 09:03 30 Çile 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
MUGLA - Jinên li Muglayê dijîn girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan şermezar kirin û gotin: "Dixwazin bi girtinan tevgera jinan qels bikin. Lê ew nikarin hêza jinê bişkînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li Amedê hat binçavkirin, piştre jî hat girtin û ew birin girtîgeha Jinan a Amedê. Piştî girtina Ayşe Gokkan jinan bertekên nîşan dan û diyar kirin ku ev bi armanca qelskirina tevgera jinan pêk tê. Daxwaza serbest berdana Ayşeyê kirin. Endama Platforma Jinan a Bodrumê ya ji bo Wekheviyê Elîf Aytaç, Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Muglayê Dîlek Gokçîn û ji Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Muglayê Berna Koç nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.  
 
Ev pêkanîn bi armanca şikandina têkoşînê ye
 
Elîf, da zanîn ku Ayşe di serdana platformê de nas kiriye û got Ayşeyê îşkenceyê hêzên dewletê yên li hember jinên herêmê vegotiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez vê girtinê li hember hemû tevgrên jinan yên Tirkiyeyê û herêmê dibînim. Li gorî min ev hewldan li hemû herêman tên kirin. Ev hemû jî ji bo qelskirina tevgera jinan tê kirin. Ez gelek şaş dibînim. Divê demildest Ayşe bê berdan.”
 
‘Tirsa li hember têkoşîna azadiya jinên kurd nîşan dide’
 
Dîlek jî bertek nîşanî rewşê da û destnîşan kir ku Ayşe ku jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiya jinan û di vê rê de gelek bedel daye ber çavan, tu car ji sekna xwe tawîz nedaye û ev tişt anî ziman: “Ev biryara desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê ya li hember têkoşîna azadiya jinê û jinê ye. Em vê biryarê nas nakin. Em ligel Ayşeyê ne û tekoşîna wê ji cihê maye berdewam dikin. Ev ne ya ewil e, berê Leyla Guven hat girtin û 22 sal ceza hat dayîn. Ev jî tirsa li hember tevgera azadiya jinê ya kurd nîşan dide.”
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin' 
 
Berna, bi lêv kir ku êrîşa pergalê bi taybet li hember tevgera jinan pêk tê û ev jî ne tesadufe û berteka xwe wiha anî ziman: “Hem Leyla Guven û hem jî Ayşe Gokkan bi salane di têkoşîna jinê de bê navber didomîne. Hedef girtina wan bi armanca şikandina têkoşînê ye. Lê ew xwe dixapînin. Jin wê serî netewînin. Hevalên me nîvê temenên xwe di zindanan de derbas kirine. Wê hem li hundir hem li derve têkoşîna xwe bidomînin. Wê ji me re bibin îlham. Şikandina vê berxwedanê bi hedê kesî neketiye. Em ê bi vê baweriyê di rÊya azadiya jinê de bimeşin.”