Malbatên girtiyan: Bêdengî mirin e

  • 09:02 30 Çile 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Malbatên girtiyan ên li Şirnexê Hatîce Beytûr û Taybet Avşar bal kişandin ser rewşa girtiyên xwe û bangewaziya xwedî li derketina greva birçîbûnê kirin. Malbatan wiha gotin: “Em naxwazin di girtîgehan de cenaze derkevin. Bêdengî mirine. Em denge xwe bilind bikin.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Greva birçîbûnê bi koma 13'emîn ket roja xwe ya 65'emîn. Ligel çalakiya greva birçîbûnê hê jî bêdengiya hikûmet didome. Malbatên girtiyan li dijî wê yekê hewl didin ku dengê zarokên xwe bidin bihistandin. Malbatên girtiyan ên li Şirnexê Hatîce Beytûr û Taybet Avşar bal kişandin ser rewşa girtiyên xwe û bangewaziya xwedî li derketinê kirin. 
 
‘Kurê min sirgunê Girtîgeha Dîlokê kirin' 
 
Dayika Osman Beytûr a ku di Girtîgeha Dîlokê de ye tê girtin Hatîce Beytûr, anî ziman ku kurê wê ev 6 salin di girtîgehê de ye û 12 sal ceza lê hatiye birin. Hatîce, got ku kurê wê ev 5 sal in di Girtîgeha Girtî Tîpa T a Şirnexê de maye û axivî: “Kurê min beriya 4 mehan sirgune Girtîgeha Dîlokê kirin. Ev 4 meh in min kurê xwe nedîtiye. Kurê min dema bi telefonê me digere behsa zext û zordariyan dike. Her wiha li girtîgeha Dîlokê girtiyên siyasî nîne. Tenê kurê min û kesek din li koguşekî de ne."
 
'Bi girtinan nikarin me bitirsînin' 
 
Hatîce, da zanîn ku tiştên ku qantîna girtîgehê dikirin gelek bûhane û wiha got: "Bi awayek neyartî li zarokên me dinerin. Kurê min got ji bo ji wê girtîgehê bên derxistin daxwazname nivîsandine lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Li ser zarokên me gelek zêde zext heye. Kurê min destûrê nade ku em biçin hevdîtina wî. Ev girtîgeha Dîlokê nû hatiye çêkirin û di wê girtîgehê de tu tişt tuneye. Mase, kursî, televîzyon û gelek tiştên din ew bi xwe kirîne. Berhemên paqijiyê nadin zarokên me. Ji aliyê derûniyê ve gefan li ser zarokên me dikin. Dema kurê min sirgûnê Dîlokê kirin kincên wî nedane. Hemû eşyayên zarokên me şûn de hatin. Daxwaziya me ew e ku zarokên me berdin. Zarokên me tu tiştî nekirine û hatine girtin. Em kurd in û ew ê nikaribin bi girtinan me bitirsînin.”
 
‘Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derbikevin’
 
Hatîce, di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûna ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin daxwazên zarokên me bi cih bê. Bila ev zext û gefên li ser girtiyan bi dawî bibe. Beriya salek pêşî zarokên me dîsa dest bi greva birçîbûnê kirin. Wê deme gelek girtî pirsgirêkên tendûristiyê jiyan. Her wiha gelek girtî dawî li jiyana xwe anîn. Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derbikevin. Divê hemû kes li hember tecrîda girankirî û gefên li ser zarokên me em rabin li ser piyan. Divê em Gele Kurd bêdeng nebînin. Ji bo zarokên xwe em jî berê xwe bidin kolanan. Heta ku daxwazên zarokên me bi cih tê.”
 
‘Bêdengî mirine’
 
Dayika girtiyê bi navê Ayaz Avşarê ku dema 17 salî bûye hatiye girtin, 16 sal ceza lê hatiye birin û 6 sal in jî di girtîgehê de ye Taybet Avşar jî destnîşan kir ku bila hikûmet li hember daxwaziyên zarokên wan bêdeng nebînin. Taybet,  bang li hikûmetê kir ku ew naxwazin ji girtîgehê cenaze derbikevin û got: “Bila demildest daxwaziyên zarokên me bi cih bê. Divê em gelê kurd li hember vî çalakiyê bêdeng nebînin. Bêdengî mirine.”