ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 30 Çile 2021
  • Rojev
 
*Jinên ji Herêma Efrinê diyar kirin ku dorpêçkirina Rejîma Sûriyeyê ya li Kantona Şehbayê bûye sedema buhabûna kelûpelên jiyanî û wiha gotin:"Dorpêçkirina rejîmê dibe sedema buhabûnê û mirov nikare tiştekî bikire. Bazirgan gelek tiştan buha difroşin me. Em dixwazin ev dorpêça li Şehbayê bi dawî bibe." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyan ên li Şirnexê Hatîce Beytûr û Taybet Avşar bal kişandin ser rewşa girtiyên xwe û bangewaziya xwedî li derketina greva birçîbûnê kirin. Malbatan wiha gotin: “Em naxwazin li girtîgehan cenaze derkevin. Bêdengî mirine. Em ê dengê xwe bilind bikin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên li Muglayê dijîn girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan şermezar kirin û gotin: "Dixwazin bi girtinan tevgera jinan qels bikin. Lê ew nikarin hêza jinê bişkînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Li Amedê ji ber krîza aborî, esnaf êdî hatine asta ku tezgahên xwe venakin û welatî jî nikarin biçin bazaran. Esnafan der barê rewşa aboriyê de wiha gotin: “Ne maf, hiqûq û ne jî jiyanek bi rûmet…Li welat tiştek nema. Tiştên em dijîn nîşan dide ku li vî welatî em tu ne tiştek in, yanî em tune ne.” BI DÎMEN 
 
*Şukran Engîn ya ku kurê wê Faruq Engînê di girtîgeha tîpa T ya Osmaniyê de tê girtin bertek nîşanî êrîşên nijadperest û binpêkinên mafan ku di girtîgehan de tên kirin da û got: “Zarokên me di nava çar dîwaran de, di bin tecrîdê de ne û tên îşkencekirin. Birînên wan nayên dermankirin û dema ku bi telefonê van binpêkirinan tînin ziman jî tên cezakirin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, Berfin Gokkan têkildarî girtina Ayşeyê de diyar kir ku muwekîla wê 18 celse ne tê darizandin, ji 18 celseyan 10 celse bi guhdarkirina şahidên nepen derbas bûne û ji 8 celseyan tenê 3 heb ji muwekîla wê re hatiye veqetandin.