3'yemîn Konferansa Jinên Ciwan bi dawî bû

  • 08:42 30 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDAN NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, "Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin" bi dawî bû.
 
Li Silêmaniyê 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya, "Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin" bi tevlîbûna 100 delegeyan destpêkiribû, bi dawî bû.  Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn.
 
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên di konferansê de axivî û da zanîn ku Gelê Kurd gihiştiye astek bilind û ber bi têkoşîneke mezin ve diçe. Tara Hisên wiha got: “Ji bo vê îro ji bo qirkirina kurdên azad, hewldan destpêkirine. Li ku derê têkoşîna kurdê azad hebe, dagirkeran berê xwe didin wî cihî. Li navxweyî jî xeta xiyanetê bi pêşengiya PDK’ê êrişî ser azadîxwazan, Şengal û Mexmûrê dikin. Ev yek bi alîkariya MÎT’a Tirkiyeyê dikin.”
 
Pişta axaftina Tara Hisên, raporên li ser plansaziya kar, xebata jinên ciwan ya du salan hate xwendin. Di konferansê de hate gotin ku ew ê çalakiyên, dijî dagirkerî, tundûtujiya ser jinan, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rêxistinkirina jinan berfirehtir bikin.
 
Piştî rapor, peyam û axaftinan, hilbijartin hate kirin. Bi giştî 7 kes ji bo Kordînasyona Giştî ya Başûrê Kurdistanê ya ji bo kar û xebata Jinên Ciwan ên Têkoşer hatin diyarkirin.
 
Di dawiyê de koma Muzîkê ya Şehîd Berjîn stranên xwe pêşkêşî delegeyên konferansê kirin. Jinan li ber stranan govend girtin û konferans bi dawî bû.