3'yemîn Konferansa Jinên Ciwan li Silêmaniyê dest pê kir

  • 14:30 29 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, "Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin" dest pê kir. 
 
Li Silêmaniyê 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya, "Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin" bi tevlîbûna 100 delegeyan dest pê kir. Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî konferansê bûn.
 
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Kanî Çiya ve hate kirin. Kanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferansê û got: “Sêyemîn konferansa jinên ciwan ên têkoşer li Rêber Apo, tevahiya malbatên şehîdên rizgariya Kurdistanê, jinên kurd û cîhanê pîroz be. Em vê konferansê pêşkêşî ruhê şehîd Viyan Soran dikin. Pergala sermeyedarî bi şerê aborî, medya, derûnî û fikrî hewl dide, îradeya me bişkêne. Em jinên ciwanên têkoşer di serî de şerê vê sîstemê dikin. Piştre jî di nava civakê de bi rêxistinkirina jinan û îradebûnê têdikoşîn.”
 
Piştre peyamên jinên ciwan ên Mexmûr, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê hatin xwendin.
 
Piştî peyaman rapora du salan a kar û xebatê ya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hate xwendin. Wê di konferansê de pirsgirêkên jinên ciwan û rêyên çareseriyê werin nîqaşkirin. Herwiha wê rewşa siyasî, kar û xebata jinên ciwan were şîrovekirin.