Polîsan êrîş bir ser meşa yekitiyê ya Êlihê

  • 14:00 29 Çile 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Polîsan êrîş bir ser meşa yekitiya neteweyî ya li Êlihê. Gelek kes bi êrîşa polîsan re rûbirû ma. 8 kes hatin binçavkirin û parlamenterên HDP'ê bi êrişa polîsan re rûbirû man.  
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên yekitiye neteweyî de xwestin îro meşek li dar bixin. Beriya meşê li Parka Atatûrkê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema ku girse xwest bi meşe polîsan êrîş bir ser girseyê. Ligel êrişên polîsan girse xwest bimeşe. 
 
Girse bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana” û “Zext nikare li ber me bibe asteng" berz kirin û heta li ber Cadeya Amedê meşiyan. Li vir jî polîsan êrîş bir ser girseyê. Gelek kesan lêdan xwar û 8 kes jî hatin binçavkirin. Her wiha avahiya HDP'ê ya bajêr jî hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Ketin û derketina li avahiyê hat astengkirin. 
 
Her wiha polîsan êriş bir ser parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Dêrsim Dag.