Dema binçavkirina hevserokan hat dirêjkirin
- 13:28 29 Çile 2021
- Rojane
STENBOL - Dema binçavkirina Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Esenyurtê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam hatin dirêjkirin.
Piştî biserdegirtina avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hevserok Dîlan Kiliç û Ercan Saglam hatibûn binçavkirin. Derbarê hevserokên di 26'ê Çileyê de hatibûn binçavkirin biryara dirêjkirina du rojî ya binçavkirinê hat dayin.
Hat hînbûn ku piştî karê emniyetê yê Dîlan û Ercan ew ê di 31'ê Çileyê de sewqî edliyeyê bên kirin.
Deriyên avahiya navçeyê hatibû şikandin
Bi hinceta posterên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene deriyên avahiya Esenyurtê hatibû şikandin û 6 saetan lêgerîn hatibû kirin. Hevserok piştî îfadeya dozgeriyê serbest hatibûn berdan. Hevserok Dîlan û Ercan di 26'ê Çileyê de dîsa hatibûn binçavkirin.