Li Wanê bi ser malan de hat girtin

  • 13:00 29 Çile 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Wanê serê sibê polîsên tîmên taybet bi awayên hemwext bi ser gelek malan de girtin. Li malan lêgerîn pêk anîn û piştî lêgerînê herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û kesên ku hatin girtin birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.