Li Mexmûrê koma 22’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:47 29 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, koma 22’yan di dewr girt û 43 roj in çalakî didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 22'yan çalakî dewr girt. 43 roj in çalakî didome. 
  
Li ser navê çalakvanên koma 21’emîn Hesen Gozereşî axivî û got: “Em ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya pîroz li dar dixin. Tê zanîn meha sibatê nêz dibe ango 15 Sibatê, ez bang tevahî civakên Rojhilata Navîn, mirovên demokrat û aştîxwaz dikim, mifta azadî û aştiya Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye. Ger ku Rêber Apo azad nebe aştî û aramî wê di Rojhilata Navîn de çênebe. Ji ber vê sedemê em bang li tevahî Gelê Kurd dikin, Gelên Rojhilata Navîn, tevahî mirovên demokrat, aştîxwaz dikin bila her kes beşdarî çalakiyan bibe û beşdarê pêvajoya berxwedanê bibe. Em weke wargeha Şehîd Rustem Cudî çi erk dikeve ser milê me em ê pêk bînin, heta azadiya Rêbe Apo ya fizikî mîsoger bibe.” 
 
Hesen bal kîşand li ser girtina berdevka TJA Ayşe Gokkan jî û got: “Em weke şêniyên wargehê vê bê tehemmûliya neyar ya li hember azadî û aştiyê şermezar dikin.” Di dawiya gotinên xwe de jî serkeftin jî koma 22’yemîn re xwast.  
 
Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.